Dêrik ji bo Efrînê daket meydanê
Xelkê Dêrik, Berav û Koçeran li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi şîara "Na ji guhertina demografîk a Efrînê re" xwepêşandanek organîze kirin.
Ji Dêrik, Berav û Koçeran, endamên saziyên civaka sivîl û gelek endamên partiyên siyasî, oldar û kesayet û mamosteyên dibistanan tevlî xwepêşandanê bûn.
Di xwepêşandanê de Hevserokê Meclîsa Navçeya Dêrikê, Sahib Osman axivî û got, "Em soza şopandina rêya van şehîdan dubare dikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê çi ji me were xwestin, em amade ne bikin."
Osman bang li xwedî wijdan, azadîxwaz, saziyên mafdarî û mirovahî kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê derkevin û rê bigirin li ber kuştin, talan û guhertina demografîk a Efrînê.
Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê, Suad Mistefa axivî û bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir da ku hevgirtina xwe li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê xurt bikin û got, Tirkiye sponserê sereke yê komên terorîst e.
Felsefa jiyana hevbeş a Ocalan
Li ser navê Suryaniyan jî Endamê Buroya Rêveberiya Partiya Yekîtiya Suryan, Rehid Yûsif axivî û got, "Em xebatên xwe li gorî felsefeya neteweya demokratîk didin meşandin, nemaze ji ber ku ev felsefe jiyana hevbeş û biratiyê diçespîne û di nava xwe de hemû rengîniya civakê dihewîne û diparêze. Em soz didin welatiyên Efrînê ku em ê alîkariya wan bikin û çi ji me bê xwestin em amade ne bikin." ANHA/DÊRIK