Pira dostaniyê ya navbera navçeya Friedrichshain-Kreuzberg a paytexta Elmanyayê Berlinê û bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê xurtir bû. Peymana şaredariya dostaniyê ya navbera her du şaredariyan bi merasîmekê hate qebûlkirin.
Bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê û navçeya Friedrichshain-Kreuzberg a paytexta Elmanyayê Berlinê, êdî dostên hev in. Peymana şaredariya dost ku li meclîsên şaredariyên Dêrikê û F.Kreuzbergê hatibû qebûlkirin, pêr li Berlinê bi merasîmekê hate îmzekirin. Merasîm li salona civînê ya şaredariya F.Kreuzbergê pêk hat û Hevşaredarên Dêrikê Rojîn Çeto û Feremez Hemmo, Alîkara Hevşaredarên Dêrikê Nahrîn Malkî, Şaredara Friedrichshain-Kreuzbergê Monika Hermann û gelek kes tevlî bûn.
Belgeya “şaredariya dost” îmze kirin
Hevşaredara Dêrikê Rojîn Çeto li merasîmê axivî û diyar kir, ew pira dostaniyê ya navbera her du şaredariyan gelekî girîng dibînin. Di serî de Şaredara Friedrichshain-Kreuzberg Monika Hermann Kreuzbergî malavaya hemû beşdaran kir.
Şaredar Monika Hermann jî hêviya xwe anî ziman ku dostanî li her qadê pêk were.
Piştî axaftinan, her du şaredariyan diyariyên ji bo hev amade kiribûn radestî hev kirin. Piştre Hevşaredarên Dêrikê Rojîn Çeto û Feremez Hemmo û Şaredara Friedrichshain-Kreuzberg Monika Hermann belgeya “şaredariya dost” li pêşberî beşdaran îmze kirin.
Dostaniya şaredariyên Friedrichshain-Kreuzberg a paytexta Elmanya Berlinê û navçeya Dêrikê ya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê sala 2017’an dest pê kiribû.
ANF/BERLIN