Teveka hefteya çûyî bi nîqaşên der barê stratejiya nû (!) ya AKP’ê de derbas bûn. Di encamê de Huseyîn Çelîk bi daxuyaniyekê de diyar kir ku stratejiyeke wiha nîne. Li aliyê din Serokwezîr Erdogan berî ku biçe Koreya Başûr dîsa got ku ew ê bi PKK’ê re şer bikin û bi baskê siyasî re muzakereyê bikin. Berê jî heman tişt gotibû, lê heta niha kesî tu muzakere nedîtiye, bi tenê şer heye û ew şer jî bi giranî li dijî kadroyên siyasî ye. Ji xwe ew jî ji bo muzakereyê mercan datînin ber BDP’ê û dixwazin ku ew dijayetiya PKK’ê bike. Li hemberî vê yekê rayedarên BDP’ê jî diyar ku divê muzakere bi hemû baskên Tevgera Kurd re werin meşandin.  Her wiha Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak got, “Heke muzakere dê bi BDP’ê re were meşandin nexwe divê riya me vekin da ku em bi baskên din ên tevgerê re danûstandinê bikin.”
Di vir de tiştê balkêş helwesta hinek rewşenbîrên tirk e, ew her tim dixwazin ku malê AKP’ê rengîn bikin û bifiroşin kurdan. Li gorî gotina wan ev stratejî ji bo çareseriyê pir girîng e, lewre ew ê bi BDP’ê re muzakereyê bikin.  Her wekî me hefteya çûyî jî diyar kiribû, di vê stratejiyê de tiştekî nû nîn e, polîtîkayên kevnare têne dubarekirin. A rast di helwesta hinek rewşenbîrên tirk de jî tiştekî nû nîn e, rist û peywira wan jî nermkirina kurdan e. Gotinên wan zêde bandorê li AKP û hevalbendên AKP’ê nakin,  ji lew re ew jî her tim berê xwe didin kurdan û dixwazin wan nerm bikin. Lê ev helwest bi tu awayî xizmeta çareseriyê nake.
Baş e, heke wisa be, çare çi ye? Çare têkoşîna demokratîk a gelan e. Di vî warî de mixabin barê giran dikeve ser milên kurdan. Lê ji bo têkoşîna kurdan jî encamê bigire, divê kurd dest ji rê û rêbazên klasîk ên têkoşînê vekêşin, têkoşînê rengîntir û zengîntir bikin. Di çareseriya kêşeyan de her tiştî giraniyeke xwe heye.  Hemû navgînên ku ji bo çareseriyê têne bikaranîn, divê di xizmeta çareseriyê de bin. Navgînên ku ji bo çareseriyê têne bikaranîn çendî pircureyî û cihêreng bin têkoşîna ji bo çareseriyê hindî geş û xurt dibe.
Gelê kurd di warê fedakarî û dilsoziyê de cihê pesn û serfiraziyê ye. Digel ev qas zilm û zordariyê jî serî li ber dagirkeran natewîne, ji bo azadiya xwe çi pêwîst be dike. Ev helwesta xwe jî di Cejna Newrozê de nîşanî her kesî da. Lê em kurd di warê bikaranîna navgînên cihêreng û geşkirina qadên cuda de hindî ne serkeftî ne.
Mixabin têkoşîn bi gelemperî bi rê û rêbazên klasîk tê meşandin û bi tenê di qada siyasî de dimîne. Qada ku herî zêde mirov dikare tê de xebatê geş bike, qada çandê ye, lê mixabin ev qad zêde geş nabe. Ev çend saziyên kurdan ên çandî hene, salê çend şano têne lîstin, çend fîlm têne kişandin? Berê komên muzîkê hebûn, piştî ku berhemên muzîkê li peşberî korsaniya dîjîtal têk çûn, ew qad jî qels bû. Hunermend çend salan carekê albûmekê derdixin. Ji wan berhemên ku di nav civakê de deng vedidin gelekî kêm in.
Heçî xebatên civakî ne, belkî xebatên herî qels û lawaz in. Ev qels û lawazî di erdeheja Wanê de bi awayekî zelal diyar û aşkera bû. Saziyên me ji têkiliyên civakî bi têne çûna şîn û dawetan fêm dikin.  Em bi gel re têkiliyên domdar û berhemdar danaynin. Têkiliyên me civakî bi piranî li ser galegalên rojane ne. Her sazî li gorî xebata ku dimeşîne, mirovan bi rêxistin bike, bi wan re xwediyê têkiliyeke domdar û berhemdar be hingî dê têkoşîn geştir û rengîntir bibe. Bi vî awayî jî dê deriyê aştî û çareseriyê vebe.