Posterên berê yên reklamên tîcarî gelek caran weke berhemên hunerî hatine amadekirin. Lê belê di wan de ji bilî huner, ji besîtbûna îfadeyê heta bi agahiyên em îro weke talî û hûrgilî bibînin jî hebûn. Nexasim jî reklamên şirketên veguhestinê di nîvê yekem ê sedsala 20´an de (çi veguheztina mal û çi birinûanîna mirovan) di vî warî de gelekî balkêş bûn. Di salên 1940´î de gava mirov berê xwe dide posterên reklamê yên Rêyên Hesinî yên Dewletê yên Iraqê (Iraq Railways), vê yekê eşkere dibîne. Yek ji van posterên salên 1940´î jî ji dûr ve Kerkûkê nîşan dide. Di vê posterê de ya ku mirov bi îhtîmam berê xwe bidiyê hem wêneyê xêzkirî ye, û hem jî nivîsa li ser poster bi xwe. Di nivîsa li binê wêne de em nivîsa “Gara lokomotîvan Kerkûk: Dergehê Kurdistanê. Iraq - Dergûşa Mirovahiyê. Biçin serdana Ur a Xaldiyan - Babîl - Kîş - Nînovê.” Yanî di nivîsê de Kerkûk weke deriyê Kurdistanê hatiye terîfkirin. Lê Kurdistanîbûna hingê ya bajêr di wêneyê xêzkirî de jî xwe dide der. Li aliyê çepê yê wêne em rêzek zilaman dibînin ku ji yê pêşiyê heta yê dawiyê ku çav karibe bitefsilîne, cilûbergên Kurdan ên gelêrî li wan in. Yê herî li pêş jî bi êlegê xwe yê Kurdistanî yek car dibêje, “ez Kurd im”.
Ev wêne nabêje, li Kerkûkê tenê Kurd hene, lê nîşan dide ku xisleta nasnameya bajêr a herî diyar û sereke hingê Kurdistanîbûna wê bûye. Jixwe ji ber wê rejîma Baesê siayseta erebkirinê li ser bajêr ferz kiribû. Fermî heqê şirketa dewletê ya Iraq Railwaysê li ser be jî, em pê nizanin ka kê ev poster xêz kiriye.