
Deriyê ku berê PDK´ê li ser gelê Şengalê digirt û ji bo bazirganiyê pirsgirêk derdixistin, niha ketiye destê hêzên Iraqî û ji ber pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de careke din zererê li dikandarên Şengalê dike. Dikandar daxwaza vekirina deriyê navbera herêmê Başûr û Şengalê li aliyan dikin.
Esnafê bi navê Nayif Elî nerazîbûnê nîşan dide girtina rêya di navbera aliyan de û got, “Em ji bo debara xwe di nava hewldanan de ne û bi vê dikana di destê xwe de ez hewl didim li zarok û malbata xwe binêrim. Ji ber ku deriyê di navbera Şengal û Herêma Kurdistanê de hatiye girtin, her wiha ji ber aloziya li Iraqê û ne ewlebûnê, em naxwazin biçin ji Mûsilê hewcedariya xwe dabîn bikin. Heta niha em her diçin van pêwîstiyên xwe ji Rojavayê Kurdistanê peyde dikin.”
Dikandarekî din ê bi navê Silêman Emer jî diyar kir ku wan beriya fermanê hemû pêwîstiyên xwe ji Mûsilê dikirîn, û niha ji ber alozî û nediyarbûna rewşa Mûsilê, naxwazin biçin Mûsilê û got, “Ji ber ku deriyê milê Başûr bi temamî hatiye girtin, pêwîstiyên xwe em ji Rojava tînin.”
ŞENGAL