Li Ewrûpayê û Elmanyayê gelek rêxistinên civaka sivîl ên derveyî hikûmetê ji ber vê yekê nikarin alîkariyên xwe bigihînin Rojavayê Kurdistanê. Tevî ku PDK îdîa dike ku deriyê sînor ê Sêmalka vekiriye jî, ji alîkariyên insanî yên rêxistinên mafê mirovan û alîkariya insanî girtiye.
Ji ber vê yekê ji bo ku ev alîkarî karibin werin derbaskirin û herweha pêdiviyên insanî yên sereke neyên astengkirin, li Elmanyayê bi pêşengiya TATORT Kurdistanê kampanyayek hat destpêkirin. Di metnê kampanyayê de bang li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê têkirin ku deriyê Sêmalka veke da ku ji bo Kobanê korîdoreke insanî vebe. Di metn de her weha îşaret bi wê yekê tê kirn ku alîkariya rêxistinên civakî û alîkariyê bi mehan li derî hatine rawestandin û xwest ev blokad raweste.
Divê hikûmeta Elman jî destekî bide
Ji TATORT Kurdistanê Bianca Winter li ser kampanyayê got, ew dixwazin bi îmzeyên berhevkirî, herweha hewl bidin hikûmeta Elman jî zextê li hikûmeta Başûrê Kurdistanê bike. Winter got, “Bila her kes metnê kampanyayê imze bike û reklama wê bike, lewma ji bo serketina şoreşa li Rojava û ji bo ji nû ve avakirinê, vekirina deriyê Sêmalka ji aliyê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve gelekî girîng e.”
Bianca Winter îşaret bi girîngiya “Desteka navneteweyî” jî kir û weha dewam kir: “Heke li vir, li Elmanyayê hikûmet behsa sedemên penaberiyê dike, hingê divê zextê li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bike da ku deriyê sînor êdî hew werin girtin. Lewma mirov dixwazin li Rojava bimînin. Lê girtina sînor jiyanê ne mumkin dike, heke jiyan li wir ne mumkin be, hingê welatî neçar in welatê xwe bi terikînin.” Metnê kampanyayê dikare di ser înternetê re jî were mohrkirin. Ji bo vê divê mirov biçin ser navnîçana li jêr û nav, navnîşan û e-maila xwe binivîsin:
https://www.change.org/p/diwan-krp-org-humanitarian-corridor-for-kobane-and-all-rojava
NAVENDA NÛÇEYAN