Jina bi navê Leyla Xirbaş a bi 2 zarokên xwe hat Wêranşarê bi alîkariya welatiyan di nava hewildana jiyanê de ye. Xirbaş, diyar kir ku beşek malbata wê li çiyayên Şengalê ma û beşek jî hate Dihokê. Xirbaş, anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê 25 kes ji malbata wê birin Mûsilê û avêtin girtîgehê û wiha got: "Yên ma girtin û birin Mûsilê û avêtin girtîgehê. Xwîşka min, zarokên wê, hevser û hewiya wê bi giştî 25 kes birin Mûsilê avêtin girtîgehê. Kurê wi jî birin. Em nizanin ka çawaye. Kincên sor lê kiribûn."


Şirnexî em hemêz kirin

Gelê Şirnexê ji welatiyên Êzîdî yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan seferberî da destpêkirin. Bi hezaran welatiyên Êzîdî yên ji Herêma Federal a Kurdistanê hatin Roboksî ji aliyê Şaredariya Şirnexê û rêxistinên civakî yên sivîl ve li kampan bi cih kirin. Gelê Şirnexê ji bo welatiyên êzdî seferberî îlan kir û ji bo hewcehiyên wan bi cin bînin dest bi kar û xebatan kirin. Ligel hewcehiyên sereke bi tonan zexîre, mamayên zarokan û xwarin ji malan ji bo welatiyên êzdî dibin kampan û didin welatiyên êzdî. Welatiyên Êzîdî yên bi rojan di rê de man ji aliyê welatiyan ve dibin malên xwe û hewcehiyên wan ên serşuştun bi cih tînin. Zarok û jinên nexweş jî dibin nexweşnaneyan û derman dikin.
Bi hezaran weltiyên Êzîdî yên ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan Çiyayyê Şengalê, ji wir derbasî kampa Newrozê bûn. Welatiyên Êzîdî di riya koçberiyê ya Roboskî de trjediyek mezin dijîn û vê yekê bi xwe re pirsgirêkên pîskolojîk jî anîn. Welatiyên Êzîdî yên ku li sînorê Roboskî mane bi awayekî ewle tên derbas kirin. Welatiyên Êzidî îdiakirin ku dema wan xwe li Çiyayê Şengalê ragirtin helîkopterên ji hewayê alîkarî di avêtin alîyê ku çeteyên DAIŞ'ê lê hene. Welatiyan diyar kirin ku dema ew riya koçeberiyê de bûn Kantona Cizîrê ya Rojava ji bo wan alîkarî şandin lê peşmergeyan tiştên ku hatine desteser kirin. Welatiyên Êzîdî dan zanîn ku dema ew ji sinorê Zaxo derbasî Tirkiyeyê dibûn pêşmergeyan çekên wan yên şexsî û wesayitên wan desteser kirine. Welatiyan destnîşan kirin ku HPG'ê gelek bazirganên mirovan girtine, destdanîne ser wesayîtên wan û ji bo ew bi awayekî ewle ji Zaxo derbasî Qilabanê bibin riyên ewlehiyê vekirine.

2 hezar hatin Cizîrê

Welatiyên Êzîdî yên ku ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên li Şengalê malên xwe terikandin û reviyan koçberiya wan ya ber bi Cizîrê ve berdewam dike. Welatiyên ku di nava zehmetiyan de tên Qilaban û gundên wê ji ber nebûna cih, bi kamyon û wesayîtan dibin Cizîrê. Heta niha 2 hezar Êzîdiyên din jî hatin Cizîrê. Piştî ku serokê Sîteya Sanayî ya Biçûk Eşref Mujde destûr da li Sîteyê ji bo welatiyên Êzîdî kamp bê vekirin Şaredariya Cizîrê dest bi xebatan kir. Piştî kamp bi awayekî ku her pêdiviyên welatiyan pêk bînin hat amade kirin welatiyên Êzîdî li wir hatin bicihkirin.

DIHA/ŞIRNEX