Rojname bi bîr dixe ku hikûmeta Iraqî şemiyê di cih de xwest ku Tirkiye hêza xwe ya eskerî ya nêzî Mûsilê hatiye bi cihkirin ji bo perwerdekirina pêşmergeyên PDK´ê tavilê vekişîne. Rojname daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Hayder el-Abadî bi bîr dixe ku gotibû, “Em vê weke binpêkirineke girîng a hukimraniya Iraqê dibînin û ev yek rêzê nagire ji têkiliyên baş ên cîranî yên navbera Iraq û Tirkiyeyê re”.
Rojname daxuyaniyeke rayedarekî Herêma Başûrê kurdistanê jî di vê çarçoveyê de bi cih dike ku dibêje, ev hêza eskerî li Başîqa ye û armanca wê perwerdekirina hêza pêşmerge ye.
Rayedarên eskerî yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi xwe, ragihand ku ev ne beşek ji xebatên hevpar ên li dijî DAIŞ´ê ye. Rojname wekê din bi bîr dixe ku Başîqa cihê baregehên eskerî yên Iraqî ye jî ji bo perwerdekirina Erebên Sunî ji bo operasyoneke muhtemel a rizgarkirina Mûsilê.
´Kirina dijminane´ ne nû ye
Ji bo xwendevanên me em bi bîr bixin ku nerazîbûna pêşî ya Iraqê ew bû ev tevgera eskerî ya Tirkiyeyê li Iraqê weke “kirineke dijminane” bi nav kiribû. Gelek aliyên Kurd jî bi hêzeke bi vî rengî bicihkirina artêşa Tirk li erdên gundê Êzîdiyan weke gaveke bi tehlûke dibînin. Li aliyê din bicihbûna Artêşa Tirk li baregehên Bamernê, Raniya û Qelaçolan jî ji nû ve bû mijara minaqeşeyan. Derdorên Êzîdî nexasim tirsa xwe îfade dikin ji ber ku Têkiliyên Tirkiyeyê bi DAIŞ´ê re eşkere ne.
NAVENDA NÛÇEYAN