Kurdistaniyên ku ji bo beşdariya kongreya Komela Malbatên Mexdûr û Wendahiyan-KOMAV a li Dortmundê roja yekşemê ji Leipzîgê dan rê, li nêzî bajarê Gottingenê ji ber rewşa nebaş a hewayê qezaya trafîkê kirin. 

Di qezayê de Cumali Şaylemez û Cengiz Toy bi sivikî, Emîne Abdullah Osman û ciwanê bi navê Muhamed ê Rojavayî bi giranî birîndar bûn. 

Lê belê polîsê ku çû cihê qezayê, li dewsa alîkariyê û mudaxeleya lezgîn ji bo ewlekariya canê mexdûrên qêzayê bike, mudaxeleyî cil, berg û amblemên li ser cilê wan kir. 

Cumalî Şaylemez ku erebe diajot û yek ji qezazedeyan bû têkildarî mijarê got: “Saet 8:35’an me qeza kir. Polîs û ambûlans hatin. Rewşa du hevalên me ne baş bû. Tevî vê yekê jî polîs mudaxele kir û hewl da amblema YPG’ê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan a li ser cilên wî dirûtî biqetîne. Her çiqas me got pêşî me bigihînin nexweşxaneyê jî polîs li me guhdarî nekir û bi hinceta ku amblem û wene qedexe ne cilê li ciwanê bi navê Muhemed jê kirin."

Şaylemez destnîşan kir ku qezaya wan derbas kirî gelekî giran bû û bi şiklekî mucîzewî ew sax mane. Têkildarî helwêsta polîsan jî got, "Di şer de dema leşkerê dijmin birîndar bikeve dest, beriya her tiştî wî derman dikin. Polîsê ku ji bo qezayê hatin li dewsa karê xwe bikin, mudaxeleyî cil û bergê birîndaran dikirin ka çi qedexe ye çi ne qedexe ye. Tişta polîsan wê rojê li wir kir skandal bû." 


KASSEL