Gerîlayên ku li Dewreya Şehîd Dilpak Faraşîn a Akademiya Tenduristiyê ya Mehmet Xeyrî Durmuş perwerde dibin, dibêjin, “Di nav PKK de dermanê yekem yê baş hevrêtî ye”
Ester Aşmî û Arjîn Mîdyat ji ANF´ê hizrên van gerîlayan nivîsîne. Yek ji van jî Avaşîn Delîla ye ku dibêje: “Heval Xeyrî bi xwe jî beşa bijîjktiyê dixwend. Di hêla tenduristiyê de ev akademî fersendeke mezin e. Di pêvajoyeke wiha de û li çiya mirov zanibe bi kar bîne, ji bo hevrêyên xwe karibe bibe alîkar, kedek û nirxeke pirr mezin e. Ji bo wê jî ez dixwazim di vê akademiyê de heta ji destê min bê, di her alî de xwe bi pêş bixim.”
Azê Serhed a ku bi xwe jî berê tenduristî xwendiye dibêje, “Li Almanyayê min

beşa tenduristiyê xwend. Min demekê li wir karê tenduristiyê jî kir. Piştre min biryar da û ez hatim çiyayên Kurdistanê. Niha weke şagirtê Akademiya Mehmet Xeyrî Durmuş li vir cihê xwe digirim. Di pergalê de mirov bê pere nikare bijî. Ji ber wê jî pêwîst e ku tu xwedî erkekî, karekî bî.
Dema ku mirov partiyê nas dike, Serokatî û hevaltiyê nas dike wê demê mirov pê dihise. Di hêla tenduristiyê de li van çiyayan bi hevalê xwe re bûyîna alîkar, tişteke pirr pîroz e. Di civakê de mîna memûrekê tenê nexweş tên, tu li wan mêze dike, tu derman dide yan jî derziyê li wan didî, lê belê li vir ne wisa ye. Hevalê me birîndar dibin. Bi ruhê hevaltiyê tu nêz dibî. Ev ruh dikeve dewrê û em wisa bi hevalên xwe re dibin alîkar. Li vir ya ku em di perwerdeyê de fêr dibin jî beriya her tiştê hevaltî ye.
Em li vir wisa fêr bûn. Pêwîst e, em birîna hevalê xwe jî hîs bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN