Qazê Talî di nava xelkê de jî ew Qaza Arif e. Qazê gelek dermanên xwezayî dizane û ji bo gelek derdan dermanan peyde dike. Qazê ji bavê xwe hînî dermanên xwezayî bûye. Bavê Qazê, Arifê Mele Sadiq ji her giyayekî dermanek çêdikir. Heskirina wi ya xwezayê û dermankirina mirovan gelekî zêdebû. Li gel temenê wî gelek mezinbû jî ji bo berhevkirina giyayekî bi rojan rê dida ber xwe. Heskirina wi ya xwezayê nedihişt ku biweste. Qazê da zanîn ku her dem bavê wê dixwest dermanên dizane hînî wan jî bike.
‘Totiyar dixist nava kilê siphanî’
Qazê da zanîn ku ji bavê xwe hînî çêkirina wan dermanan bûye û wiha dewam kir: “Wî totiyar dixist nava kilê siphanî, li çav dida. Wî dermanî çav diparast û pêşî li kêmbûna ronahiya çav digirt. Ev derman hemû bi awayekî niviskî di Kitêba bavê Mela Evdile de bûn. Mereqa bavê min ya çêkirina van dermanan hebû, ji ber wê hem li bavê xwe guhdarî kiribû, hem jî diçu cem Mela Evdile, ji kitêba wî hîn dibû.”
Dermanekî din jî wiha li bîra Qazê ye: “Bavê min tirî kom dikir ew livikên wan ên sor jê dikirin û dixist nava mewîjên reş. Çil tovikên tirî ên sor li gel çil livên mewîjên reş, dixist nava hev û di hawin de baş dikuta û dikir dermanê mîdê. Lê divê kêsê ku bixwe an li rêyeke dûr biçe yan ji li ber agir baş germ bibe û xwê bide, heta ew birîn rehet bibe. Qesirmehmûd a li vî çiyayî çêdibe jî dermanê paqijkirina mîdê ye. Li nava avê weke çayê baş tê kelandin û her roj serê sibê zu bi qasi kefçiyekî xwarinê yê ku bixwe mîdeya wî paqij dibe. Giyayek din jî li vî çiyayî çêdibe, dermanê zikêşê ye.” Herwiha Qazê destnîşan kir ku yên mideya wan kul be li cihê çayê divê catira hişkkirî bikeline û vexwe.
Ji bo bawiyan
Ji bo bawiyan jî dermanekî Qazê heye: “Bavê min tov û kokên rêvasan dixist nava hingiv dikir dermanê bayê. Tovikê wan û rayê wan weke hev e, her du jî dibin. Dema ku tov an jî qurmê rêvasan baş hur dikir û dixist nava hingiv baş tev dida, û dida xwarin. Ev dermanê bawiyan e. Wî her wiha Sîr hûr dikir û dixist nava hingiv baş li hev dida û dixist firaxeke fafîn, çil rojan li bendê dima, paşê vedikir, her roj serê sibê kefçiyek li xurînî dida xwarin.”
Ji bo bawesîrê
Dermanê ji bo bawesîrê jî heye: “Livikên kinêran jî dikir dermanê bawesîrê, hema wiha dida xwarin, ne dixist nava tiştekî. Serê kelendoran jî di hindirê wê de tov heye, dianî, dixist nava avê yê bi ser diket davêt, yê bi bin diket ziwa dikir û dikir dermanê bawesîrê. Çend rengê bawesîrê hene, hinek dikeve cigera wan, hinek dibe ba dikeve laşê wan, hinek ji dikeve nefsa wan. Ji ber wê dermanê wan jî cuda cuda çêdikir. Pelê zeytûnan jî dikeland heta ava wê tîr dibû, paşê dixist nava rûnê mirîşkên esilî. Bawesîr qevzbûnê jî çêdike ev derman ji bo yên qeviz jî dibe.”
JINNEWS/MEXMÛR