Komîteya Desteka Derûnî ya Zarokan a Şehbayê bi çalakiyên hunerî hewl dide ku tesîrên şerî û nexasim jî tesîrên xirab ên li ser psîkolojiya zarokan bêbandor bike. Komîte nexasim jî şanoyê di vê yekê de bi kar tîne.
ELÎ KEDRO / XANDÎ ELO / ANHA / ŞEHBA
Komîteya Desteka Derûnî ya Zarokan a Şehbayê armanc dike desteka psîkolojîk bide zarokan û alîkariya wan bike da ku bandorên psîkolojîk yên neerênî yên dagirkirina Efrînê û şerên ku lê rûdane, li pey xwe bihêlin.
Komîteya Desteka Derûnî ji endamên saziyan pêk tê û bi armanca rakirina dîmenên şer ku di bîra zarokên Efrînê de ji ber topbaran û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan, hate avakirin.
Komîte bi hevkariya Heyva Sor a Kurd, Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê û Komîteya Perwerdeya Civakî ya Efrînê bi armanca pêşkêşkirina desteka psîkolojîk ji zarokên Efrînê re ku li kampên Berxwedan û Serdemê û kantona Şehbayê dimînin, hate avakirin.
3 pêngavên bernameyê
Komîte li gorî bername û plansaziyeke ji 3 pêngavan, dixebite. Pêngava yekemîn avakirina baweriyê di navbera komîteyê û zarokan de ye û ev jî wê bi rêya organîzekirina şahiyên giştî û çalakiyên hunerî biçe serî. Vê pêngavê mehekê dewam kir. Nexasim jî di meha Remezanê de gelek şahî hatin organîzekirin.
Di pêngava duyemîn de gelek çalakiyên perwerdekirinê bi rêya şêwazên cuda hatin meşandin. Gelek şanoyên kurt û bi armanca agahdarkirinê divê pêngavê de, şîretên paqijiyê, parastina tenduristiyê û birêxistinkirina demê li zarokan kirin. Ev jî di nava hefteya bihurî de hatin pêşkêşkirin. Xebatên vê qonaxê dê dewam bikin. Armanc ji pêşkêşkirina van berheman girêdana zarokan bi çand û zimanê dayikê, xilasiya ji bandorên şer e. Her wiha di nav van çalakiyan de bi armanca xurtkirina şarezahiyên zarokan ji aliyê agahiyan ve pêşbirkên çandî di navbera zarokan de tên organîzekirin.
Zarokên mexdûr tên diyarkirin
Di pêngava sêyemîn de zarokên ku ji ber pirsgirêkên psîkolojîk mexdûr in, tên diyarkirin û ew ji koma desteka derûnî re tên şandin; ev kom ji pisporên derûnî û civakî pêk tê. Her wiha di vê pêngavê de semînerên li ser şêwazên danûstandina bi wan zarokan re ji bo dêûbavên wan zarokan tên lidarxistin.
Dê û bav jî nayên jibîrkirin
Têkildarî mijarê endamê Komîteya Desteka Derûnî Egîd Xelîl diyar kir ku gelek rêxistinên têkildarî mijarê serdana kampê kirine. Lê ji ber ku zimanê Erebî di xebatên xwe de bi kar anîn, hewldanên wan bê encam man û wiha domand: ”Ev zarok zarokên me ne. Em baş dizanin ka çi dîmenên şer ên hovane di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de dîtine û çi bi serê wan de hatiye.”
Ji aliyê xwe ve lîstikvanê şanoyê Heyder Mistefa jî got, ”Bi rêya pêşkêşkirina şanoyan armanca me girêdana zarokan bi çand û zimanê Kurdî ye. Me beriya hefteyekê dest bi organîzekirina şanoyên li ser paqijî, parastina tenduristiyê û birêxistinkirina dem û hezkirina xwendinê û zimên kir.”
Dersên çand û huner li wargehan
XANDÎ ELO / ANHA / ŞEHBA
60 zarokên Efrînê ji kampên Berxwedan û Serdemê dersên lêdana amûrên muzîkê dibînin bi hewldana Desteya Çand û Huner ji bo parastina çanda Efrînê.
Desteya Çand û Huner li her du kampên Berxwedan û Serdemê yên li kantona Şehbayê, dewreyên muzîkê ji zarokan re bi armanca parastina çand û kultura Efrînê vekirin.
60 zarok hefteyê 2 rojan dersê dikin. 20 ji wan ji Kampa Serdem in û 40 jî ji Kampa Berxwedanê. Zarok perwerdeya xwe di konekî taybet de dikin.
Desteya Çandê bi rêya van dewreyan hewl dide li hember qirrkirina çandî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Erfînê dikin, bisekine.
Her wiha armanca desteyê ew e ku bi vekirina van dewreyan, çanda gelê Kurd di nav nifşên nû de belav bike û bi pêş bixe.