Ji pêydabûna nivîsê bigirin heta roja îro her çi ku li ser "Însan" hatiye nivîsandin, ji pêydabûna bi her awayî huneran bigirin heta roja îro her çi huner ku ji bona xweşbîna civakan hatiye çêkirin, evana hemûyan, demek tê, hema di navbera çirkekî de hêza bandora xwe wenda dikin. Carina bûyerên wisa, nakokiyên wisa diqewime ku, însan xwe ji tesîra hemû huner û wêjeyê tazî dike û bi lez bala xwe datîne li ser van buyer û nakokiyan. Hêrs û kîn bi serdikeve, hiş û hişmendi qels dimîne, hêsta hunerî û hêza wêje têk diçe û însan ne ji bo afirandin û hilberandina babetan ne jî ji bo temaşekirin an jî xwendina edebiyatê tam digire...

Ya ku tesîra huner û wêjeyê tê dibe, ji van bûyeran yek jî "mirina zarokan" e. Mirina zarokan, hemû dengê cihanê bêdeng dike, hemû xweşikahiya erd û ezmanan tarî dike, hemû hebûnan bê wate dike, hemû fikr û bizdoziyan têk dibe, hemû armanc û xwesteka însan diçilmisîne. Her çi sedem ku mirina zarokan re dibe bingeh, her çi şer ku êşa zarokan tîne rojevê, her çi aqil û gotin ku dawiya dawî bi êş an jî mirina zarokan ve tekildar e, hemûya wan derînsanî ye. Di nav kîjan şerî de dibe bila bibe, bi çi sedem, bi çi nakokî an jî berdela çi tiştî dibe bila bibe, kuştina zarokan nebûna însanetî bixwe ye. Di sînemayê de jî, şîdet û pornografî ya îşkenceyê, bi her awayî tê bikaranîn. Lê çi sînema ku di aliyê hunerî de pêşketî hene, (tenê yek awerte Pasolînî ye) li hemûyan binêrin, nîşandaniya îşkence ya dîtina zarokan têde nîn in. Ji ber ku her tişt ji bo însanê ye, di nav îsanê de bi her awayî nexweşî heye, rast e, lê dema ku mijar zarok bûn, qet nebû ji bo parastina zarokan, (ku hewce dike ku zarok ji rastiya mirovahiyê jî were parastinê), însan nikare li ser perdeyê jî êş, mirin an jî zexta zarokan bide nîşandan. Bi kurtasî em kom bikin, di roman, bi her awayî wêje, helbest, çîrok û ceribandinan de jî be, rapêşiya xirabî yên li ser zarokan ne rast e. Ji ber ku hin car hewce dike ku zarok ji rastiya însanetiyê jî were parastinê. Ji ber ku zarok; hê dinya nedîtiye, hê kîn negirtiye, neelimiye, hê dek û desîse, hê siyaset, qirêjiya ku ji mezinahiya însanan hê qirêjî digirin nizane û ne bikaraniye, ji hêsab û hîleyan tekilî nedanîtiye, bi zanebûnê nebûye sedema êşekî tu însanekî, her wiha mirinekî jî... Em bi çi zimanê diaxivin bila biaxivin, bi zimanê olan, bi zimanê hunerê, bi zimanê siyaset û mantiqê ve be jî, zarok tenê bi sedema ku zarokin, firîtene, ango melek in. Ji ber wê, çi netew, çi ol, çi welat an jî li ser kîjan erdnîgariyê dibe bila bibe, maf nîne ku tu kes zirarê bide zarokan. Ger ew zarok serê we bişkênîne jî... Ev yekemîn tesbît e. Em li ser vê tesbîtê bimeşin... Ango me di serî de got, gava ku mijar mirina zarokan be, însan xwe ji huner jî ji wêje û her çi beşa ku ji bo xweşbîna mirovahiyê heye, bi qewimîna van bûyeran xwe bêdeng dike û kerr û kor dike, dilê hilberînerên huner û wêjegeran jî têk dibe û berê babetan digire. Lê, ev bûyerên xirab bixwe, bareke mezin jî dide li ser milê hunermend û wêjegeran. Gelo huner û wêjeyên çawa were afirandin ku ji dilê însanan de ew xirabiyên ku dibe sedemên êş û kesera zarokan an jî mirina wan paqij bike.
Wekî bûyerên Uğur Kaymaz, Ceylan Önkol, bûyerên girtigehan, bi wesîleya mirina Berkîn Elvan jî li ser vê yekê min serê xwe êşand, û bixwe jî, ne ji destê min bû, gelekî êşiyam. Wek bê derfet xwebixwe mam û em însanên çi nifş in ku li pêy darbestekî zarokekî dikevin diçin goristanê ku ew zarok bi rewşeke zagonî hatiye kuştin.Êdî hin kesên ku ji milê desthilatdaran ve rabûn û ji Berkîn û meşvanan re çêran kirin jî naxwazim tiştek jî bêjim. Dilê min diêşe. Lê ez dibêjim hewceye em ne tenê dil, hiş û mêjiyê xwe jî, tilî û serê xwe jî pîçek biêşînin û piştî van bûyeran pîçek bêdeng hema bi xwe bimînin, bi dilê xwe ve pîçek kûr bin, bi hişmendî û zanîna xwe nirxandinan bikin û ji bo huner û wêjeyê ku li ser civakan bandor lêde û ji bo parastina zarokan hê dinyayekî xweş ava be, pîçek bifikirin, hêdî hêdî çareyan, çareyên hunerî û wêjeyî, dermanekî mirovî derînin...