Li gel vê yekê jî Kalkan sirgunî Girtîgeha Erziromê hate kirin û roja ku çûye heta niha ji malbata xwe re gotiye ku îdareya girtîgehê dermanên wî nadin û ji ber vê yekê jî nikare li ber xwe bide. Keça Kalkan Bêrîtan Kalkan diyar kir ku bavê wî beriya hefteyeke sirgunî Erziromê hatiye kirin û wiha got: „Li gel ku rewşa bavê min ne baş bû jî wisa kirin. Me daxwazname nivîsand, bi dozger re hevdîtin pêk anî, ji ÎHD’ê re daxwazname şand lê li gel vê yekê jî bavê min sirgun kirin.“
Kalkan got ku îdareya girtîgehê dermanên bavê wî nade û ji ber vê yekê jî rewşa wî her diçe xirabtir dibe. Kalkan bavê wê jê re gotiye ku heke wisa bidome ew ê nikaribe li ber xwe bide û li ser piyan bisekine. Kalkan bang li rayedaran kir ku bawê wê bibin girtîgehake nêzîk
DÎHA/ŞIRNEX