Dermanên li dijî Covid-19’ê gelek in lê ne hazir in
REWŞAN DENIZ
Dinya li rêyên hêdîkirina belavbûna şewba ji ber vîrusa korona (Covid 19) digere; li aliyê din jî derman tên ceribandin ji bo dermankirina nexweşan. Em li jêr lîsteyeke dermanên hin welat bi kar tînin yan jî hîna tên ceribandin, ji bo ku karibin bên bikaranîn didin.
Di nava van dermanan de dermanên li dijî vîrusan, li dijî hin şewazên şewbê, li dijî nexweşiya malaryayê, dermanekî bi kêra başkirina nexweşiya ebolayê nehatî, kombînasyonên bi dermanên HIV’yê re jî hene.
Dermanê dij vîrus, EIDD-2801
Dermanekî mirov weke heban didiqurtîne yê li dijî vîrusan ê bi navê EIDD-2801 di ceribandinên di şûşekên testê de serketî bû ji bo başkirina şaneyên cigerê mirovî. Li gorî kovara Science Translational Medicine 6’ê Nîsanê weşandî, dibe ku ev derman karibe ji bo pêşîgirtina li vîrusa nû ya koronayê jî karibe bigire. Li gorî nûçeyê ew ji dermanê bi navê Remdesivir ê ku pêşiyê digire ku vîrus karibe xwe kopî bike, karîgertir jî be. Testên klînîk ên vî dermanê hanê Adarê dest pê kirin. Herçî EIDD-2801 e, ew ewqasî genetîka RNA’ya vîrusê diguhere ku hew karibe zirarê li şaneyan bike.
Zanyar û lêkolerên Zanîngeha Emory, UNC Chapel Hill û Navenda Tibî ya Zanîngeha Vanderbiltê li bajarê Nashvillê ev lêkolîn kir. Niha lîsansa ji bo ceribandinên li ser mirovan hatiye stendin û van çend mehên li pêşiya me wê ev ceribandin dewam bikin.
Dermanê li dijî şewba Japon
Dermanekî ku şirketa Fujifilm Toyama Chemicalê li Japonyayê çêkirî di dermankirina rewşên xirabiya wan navîn ên Covid-19’ê bi tesîr xuya dike.
Ji vî dermanê dij vîrûs re dibêjin Favipiravir yan jî Avigan. Ev derman ji berê ve li Japonyayê ji bo dermankirina şewbê tê bikaranîn. Meha bihûrî jî destûr hat dayîn ku derman ji bo testan li dijî Covid-19’ê jî bê bikaranîn. Heta niha ev derman li 340 kesî li Wuhan û Shenzhenê hat ceribandin. Li gorî Wezareta Zanist û Teknolojiyê ragihandî, ev derman “gelekî ewle û bi awayekî eşkere karîger” e. Ev derman pêşiyê li vîrusê digire ku xwe kopî bike û rewşa ceger jî çawa bi cîhazên Tîrêjên-X tê dîtin baştir dike.
Chloroquine û hydroxychloroquine
Chloroquine û hydroxychloroquine ji bo dermankirina malaryayê tên bikaranîn. Li gorî testên pêşî yên li ser şaneyên mirovan û meymûnan, ev derman jî li dijî Covid-19’ê karîger e. Doktorên li Çîn, Koreya Başûr, Fransa û Emerîkayê niha vî dermanî didin hin nexweşan; li gorî gotinên van doktoran heta niha têra xwe ev derman karîger e.
Li gorî lêkolîneke xelk gelekî îşaret pê dike, li Fransayê hindek nexweşên Covid-19’ê yan tenê bi hydroxychloroquinê yan jî tevî wê antîbiyotîka bi navê azithromycin hatine dermankirin. Li gorî vê lêkolînê, li vê nexweşxaneya Fransayê hejmara dikare bê tesbîtkirina kesên bi Covid-19’ê ketî li gorî nexweşxaneyên din, zûtir kêm bûye. Rewşa 6 nexweşên ku derman tevî azithromycinê stendine jî bi leztir baştir bûye. Lê ji ber hejmara nexweşan kêm e, û mirov nizane ka jixwe ev nexweş ji wan ên baş dibûne yan na, ev derman jî hîna klînîkî piştrastkirî nayê qebûlkirin.
Dermanekî bi kêra başkirina nexweşên ebola nehatî
Dermanekî li jor me navê wî hilda, Remdesivir jî dermanek bû ku di dermankirina kesên bi nexweşiya ebola ketî, bêkêr bû; niha jî lê tê nihêrîn ka ew ji bo dermankirina Covid-19’ê bi kêr tê yan na. Ev derman di lêkolînên li labaratuwarê de weke ku bi vîrusa ebolayê karibe, xuya kiribû, lê paşê gava li ser mirovan hat ceribandin, derketibû holê ku bêkêr e. Niha li labaratuwarê ev derman wisa xuya dike ku bike şaneyên mirovan karibin xwe li dijî Covid-19’ê biparêzin. Derman wê karibe bê ceribandin lê bi şertê ku nexweşê lê bê ceribandin, rewşa siheta wî ji ber vîrusê gelekî xirab be.
Lê herçî lêkolînên heta niha yên li Çîn û Emerîkayê ne, ew dema rewşa xirab a sihetê kurt dike. Gelek bijîşk hêviyan ji vî dermanî dikin, lê heta lêkolînên klînêkê vê piştrast nekin, karîgeriya vî dermanî jî çîrokek e.
Kombînasyona dermanên li dijî HIV’ê
Dermanekî li dijî vîrusan ê bi navê kaletra, kombînasyona dermanên li dijî HIV’yê lopinavir û ritonavirê ne. Pêşî gelek kesan hêvî jê kiribe jî lêkolîneke xwe disipart daneyên ji Çînê, nîşan da ku ev derman heta niha di 199 nexweşên li wan hatî ceribandin bi kêr nehatiye ku siheta wan baştir bibe.
Dermanekî li dijî arthritisê
Gelek nexweşên bi bî vîrusê ketî ên ji ber Covid-19’ê lê ji ber ku bedena wan xwe bi tevahiya hêza xwe diparêze, diêşin. Ji vê rewşê re dibêjin, bahoza cytokinê. Gelek mirov ji ber vê dimirin. Ji aşkirina van bahozên cytokinê, bijîşk hin dermanên sîstema parastinê ya bedenê ditepisînin, dikin mirovan. Ev derman ji bo dermankirina bawiyan û kesên bi arthritisê ketî tê bikaranîn. Ev proteîneke ku jê re interleukin 6 tê gotin.
Dermanekî li dijî sexta xwînê
Losartan dermanek e li dijî zexta kêm a xwînê. Hin zanyar hêvî dikin ku ev derman bi kêra dermankirina nexweşên bi Covid-19’ê ketine tê. Losartan deriyên şaneyan digirin ku nahêle madeya kîmyewî angiotensin 2 nekeve nava şaneyê û wisa jî zexta xwînê zêde dike. Covid-19 jî bi enzîma angiotensin 2 xwe dike yek û dikeve nava şaneyan. Yanî fikr ew e ku bi vî dermanî Covid-19 nikaribe bikeve nava şaneyan. Lê ev jî hîna neketiye qonaxa ceribandina klînîkê.