Berî hingê Îslam wekî Îslametî bû, ol wekî olê…

Nivîskar wekî nivîskar tevdigeriyan, wekî nivîskar dinivîsandin.

Hin pisporên zanyariyê wekî zanyar dixuyan.

Hin ramanger, bi ramangerî û bi dîroka civaknasiyê ve mijûl dibûn, dixwandin, vedigotin, li ser hin pirsgirêka civakî axaftinan dikirin, di qonferans û panelan de bala temaşegeran dikşandin li ser gotinên xwe.

Derdiketin ber gel, di quncikên rojnameyan de rû didan, me jî hin car ji fikrên wan sûd digirt, îstifade dikirin.

Hewce nake em navên wan aşkere bînin ziman, yên ku li Tirkiyê dijîn û bi pirsgirêkên civakî re tekildarin her kes ew nasdikin. 

Îro em lê dinêrin, piranî “ramanger”ên oldar ne wekî berê ne. 

Zêdetirî wan ne ji fikrên xwe re dûr, taybet ji mêjiyên xwe yên berê re biyanî mane. Wekî ku ne ew “însan”in, wekî ku ne “însan”in… Car carina nêrînên were bilêv dikin, axaftinên were tînin ziman ku, însan wisa matmayî dimîne, ne ji olê re tekildar in ew nêrîn, ne ji însanetî re. Çi ku ew "ramanger", êdî ji hemû nirxên oldarbûn û Îslambûnê re elaqatên xwe birîne. Ev kesana, heta berî çendekî entelektûalên ola Îslametiyê bûn. Bi navê Îslam, li ber çavên dunyayê bûn, parêzertiya nirxên îslametîyê li ser pênûsên wan rûdida û pêşdiket…

Desthilatdarî ya Îslamiyetiyê ku li Tirkiyê bi rê ya siyasetê ve biserket, xirabiya herî mezin ji olê re kir. Siyasetmedarên ku xwe li ser îslamiyetê wek nûner binav kirin, birastî naveroka olê vala kirin, dewsa wê berjewendiya xwe danîn. Paşil û bêrîkên xwe bi dizîtiyê ve tijî kirin. Zilm û zordarî wek şêwazek raxistin li ser vê erdnîgariyê. Bi zanyariya îslametiyê ve parêzgeh ava kirin ji desthilatdariya xwe re. Ev pêywir jî ket li ser milê ramangerên “Îslamciyan”. Ew jî rûmet û qîmeta ramangeriyê têk bir.

Ji Îslamê re derbeya herî giran, bi destê “ramanger”an ve hat lêdan. Ew kes, di vî pêvajoyê de ji siyasetmedaran zêdetir ji rê derketin. Temamî qibleya xwe şaş kirin. 

Zanîn ji rêzê derxistin, namûsa zanyariyê reş kirin, ji dewsa wê, quretî birc ava kirin ji xwe re. 

Kurd, îro nebe jî sibehê dê rabin li ser pî. Îro ev zilmên hanê ku li ser temamî civakê tê reşandin, rojeke din dê bêtesîr bimîne.

Karker, îro nebe sibehê rewşên xwe yê aboriyê dê rast bikin, mafên xwe cardin bidest bixin.

Civak, îro nebe sibehê xwe ji destên vê desthilatdariyê dê bifilitînin.

Lê Îslamiyetê ku ji destê van siyasetmedar û ramangeran derbeya giran dixwe, êdî ne rojek ne du roj şunde paqij nabe. Kotitî ya ev desthilatdarî ya herî giran jî ev e…