
Li bajarê Elmanyayê Hanau, rêxistina die Welle û Navenda wê ya Pedagojiya Trawmayê dersên quwalîfiyekirina weke pedagogên trawmayê dide Kurdîaxêvan da ku ev karibin vê xizmetê bidin civaka Kurd. Dersdar Heike Karau û Jacob Bausum dersên didin qederê 10 kesan. Ders bi Elmanî tên dayîn û di cîh de wergera wan a bi Kurmancî tê kirin. Dawiya hefteyî ya bihurî 3 rojên temam ji beşa yekem a quwalifiyekirinê re hatin veqetandin û ji bilî vê wê çar beşên din ên sê rojîn temam hebin. Di dawiya dersan de kesên beşdar bûyî û serketî qedandî, dê belgenameyên xwe wergirin.
Di dersan de stress, tesîra stresê li ser mirovan, bûyerên rê li ber trawmayê vedikin, miameleya bi trawmayê re û hem wekî pedagog mirov çawa bike û hem jî mirov çawa bike kesên trawmabûyî ji heqî trawmayê derên, ji wan mijaran in ku di dersan tê li ser wan tê rawestîn. n HANAU