Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û gundewarên wê dewreyeke perwerdeyê ya fêrkirina xêza Erebî vekir. Vê dewreyê 22‘ê Hezîranê dest pê kir. Li gorî berpirsên navendê, dewreyên wênesazî, peykersazî û mûzîkê jî wê bidomin.
Rêvebera Navenda Çand û Hunerê, Roz Îshaq li ser mijarê got, “Vê havînê dewreyên perwerdeyê yên wênesazî, peykersazî, şano, dîlan û amûrên mûzîkê (ûd, bilûz, org, gîtar) wê werin vekirin û em ê perwerdeya nota stranan û tembûrê jî dewam bikin.”
Dewreyên perwerdeyê 3 mehan dewam dikin, hefteyê 3 rojan û her roj saetekê ne ev perwerde. Perwerde li her kesî bêpere vekirî ne.
Yek ji endamên navendê, Salih El-Şêx Cinêd jî got, dewra xeta Erebî jî 3 mehan wê dewam bike û tê de xetên “Rûqa” û “Dîwanî” bên fêrkirin. Niha 20 kesan xwe li dewreyê qeyd kiriye.
ANHA / MINBIC