
Cil û bergên jinan;
Welatiyên jin ên ku li dijî sirgûn, komkujî û polîtîkayên bişavtinê têdikoşin, dîsa hewl didin ku çanda kofî, êlek, kiras û fûstanê herêmê biparin. Welatiyên jin kofiya ku ji çarika neqişandî ya bi morîk, Laçik, xêliya hevreşîm û xêliya zivistanî ya stûr, stûmalên hirî biparêzin. Jinên ku kofişê çêdikin xavikek zirav a bi navê ‘îzar’ bi ser dadikin.
Dîsa ji berhemen tevnê yên hirî û pembo gomlek û êlekê neqiyandî li xwe dikin û entariyê rengîn li xwe dikin. Ev entayirê binavê ‘Peşlî’ devê milê wî pir fireh in û ser wî bi kejik tê pêçan. Di serdemên zivistanan de jî bi ser van cil û bergan de gocik û Şalvar tê li xwe kirin.
Ji bo pê jî pêlavên banî bilind ên bi navê qundereyên reş û gorên hirî li xwe dikin. Ji van goran re jî ‘çakkala’ ango ‘menemse’ tê gotin.
Cil û bergê mêran;
Mêr bi komlekê, îşlik, şalvar, kemera tosya û saltaya zilam çanda xwe diparêzin. Mirovên dewlemend şalvarê xwe ji çuxê bizin û beranan çêdikin. Li herêmên çoltaran mintanên sipî jî tên li xwe kirin. Di demsalên zivistanan de bi ser van cilan de gocik tê li xwe kirin. Pêşiya Çûx vekiriye û bin çeng vekiriye. Di demsala zivistanê de bin çend tê girtin. Havînan li şûna Palto kulavê pîqût tê berkirin.
Şal û şepikê ku ji tevnê çêdibe jî pantolonê fireh û ceketê bê histu çêdibe. Milê wî bi zilek û fireh in. Dîsa pûşiyan didin serê xwe û gorên rîs û hirî dixin pê.
FERHAT ARSLAN - DÎHA-DÊRSIM