Li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê, Festîvala Dersimê ya 10’emîn hate lidarxistin. Di festîvalê de piştgiriya ji bo HDP û Selahattîn Demîrtaş derkete pêş. FEDA, ADEF, Cemiyeta Avakirina Dersimê, Komeleya Dersimê ya li dijî Qirkirinê û Dersim Sporê pêşengiya festîvalê dikir û gelek saziyan jî piştgirî da festîvalê. Di festîvalê de ji bo HDP’ê jî stand hatin vekirin. Namzeta Parlamenteriyê ya Dersimê ya HDP’ê Meral Hambayat û namzetê HDP’ê yê Izmîrê û hunermend Ferhat Tûnç daxwaz ji Elewiyên li Ewrûpa kirin ku piştgiriyê bidin HDP’ê. FRANKFURT