
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û derdora wê kir û gelek dever dagir kirin. Êzîdiyên ji ber zilma DAIŞ'ê karî xwe rizgar bikin li gelek bajaran belav bûn. Bi sedan malbat jî li gundên Êzîdiyên Qubîna Êlihê bi cih bûn. Her wiha gelek malbat jî li gundê Qorixê yê bi ser navçeya Qubîna Êlihê ve li kampa gund bi cih bûn. Li kampê ji Mijdara 2016’an ve mamosteyên dildar dersên wek wêne, ziman, drama û şano didin zarokên Şengalê.
Projeya atolyeyê wênesazê Awûsturî Tina Fischer da destpêkirin û ev proje ji aliyê şanoger Miheme Porgebol, şanoger û teknîker Berjeh Uner ve tê meşandin. Yek ji mamosteyê dildar ê kampê rojnameger Ferhat Sevîm di derbarê projeyê de agahî dan. Sevîm dest nîşan kir ku li kampê 6 kesên dildar dixebitin û dersê didin zarokên temenê wan di navbera 4 û 14’an de. Sevîm diyar kir ku bi zarokan re her cûre şahî li dar dixin û bi tevahî 37 zarok di atolyeyê de cih digirin.
Dixwazin êşan bidin jibîrkirin
Sevim bal kişand ser travmaya zarokan ku ji şer bandora neyînî girtine û got: “Perwerdehiya me ji ber ku zarok di şer de derbas bûne em didin wan. Em bi van xebatan dixwazin zarok şer ji bîr bikin û derûniya wan baş bibe. Me ji zarokan xwest bila her kes çîroka xwe xêz bike. Her 3 rojê hefteyê em xebatên li ser wêne, ziman û drama didin meşandin. Hewa hinek hînik bibe em ê dest bi dersa şanoyê jî bikin. Armanca me ya sereke ew e ku her zarok karibe çîroka xwe binivîsîne û xêz bike. Ji ber ku zarokan travmayeke gelek dijwar derbas kiriye. Hemû hezkirî û xizmên xwe winda kirine. Ji mal û warên xwe koçber bûne. Em dixwazin van hemû serpêhatiyên wan ên bi êş bii zarokan bidin ji bîr kirin. Em dixwazin hişê zarokan paqij bikin.”
Li ser wêneyan analîzan dikin
Sevîm anî ziman ku zarok bi çêkirina wêneyan gelek bextewar dibin û bi hemû wêneyên çêdikin pêşangeh tên vekirin. Sevim da zanîn ku ji roja destpêkê heta niha ve di navbera travmaya zarokan de guhertinên mezin çêbûne û ew hemû wêneyan li gorî derûniya zarokan analîz dikin. Sevim anî ziman ku ew jî ji zarokan fêrî gelek tiştan dibin û ya wan bextewar dike afirîneriya zarokan e.
Li hêviya dildaran in
Sevîm bi bîr xist ku pêşengeha wêneyan ji herkesî re vekiriye û ji herkesî re pêşniyar kir ku bên serdana pêşengeha wan. Sevîm da zanîn ku serdana pêşengehê baweriyeke mezin a erênî dide zarokan û ew li bendê ku kesên dixwazin bi zarokan re eleqedar bibin, werin atolyeyê.
ÊLIH/DÎHABER