Ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamenê yîn Tirkiyeyê yên 24´ê Hezîranê, li 60 dewletan û li 123 nûneriyên dewleta Tirk pêşvajoya dengdanê bi dawî bû. Li derveyî Tirkiyeyê û li gumrikan, heta dawiya 18´ê Hezîranê, hejmara hilbijêrên deng dayî, gihişt milyonek û 379 hezar û 748´an. Tevî kesên ku doh jî dengê xwe bi kar anîn, çav li rê ye ku rêjeya dengdanê bigihîje ji seî 50´î.

Li 51 welatan dengdan beriya niha bi dawî bû, li Elmanya, Awusturya, Swîsre, Belçîka, Meliktiya Yekbûyî, Holanda, Danîmarka, Fransa û Swîsreyê ku 33 navendên dengdanê li wan hene, doh heta saet 21.00’an deng hatin dayîn.

Hilbijêran dorê dirêj çêkirin

Elaqeya hilbijêran a ji bo dengdanê, li gorî hilbijartinên beriya niha, hinekî zêde bû. Dawiya hefteyê, doh û pêr li ber navendên hilbijartinan dorên dirêj çêbûn. Li gelek navendan ji ber dora zêde, dengdanê piştî saet 21:00´an heta derengî şevê jî dewam kir. Ango kesên ku saet 21:00´an ketin dorê heta ku karîbûn dengê xwe bidin, sindoq nehatin girtin û dengdanê dewam kir. Herçî doh û pêr bû ku nava hefetê bûn, nava rojê îzdîham çênebû, lê berêvarkî dîsa dorên dirêj ên hilbijêran çêbûn.

Nêzî ji sedî 50´î bû

Li gorî encamên ne fermî yên Desteya Bilind a Hilbijartinan a dewleta Tirk (YSK), rêjeya dengdanê a dawiya 18´ê Hezîranê eşkere kir. Li gorî vê, ev rêje gihiştiye ji sedî 45.28´ê. Ango milyonek û 379 hezar û 748 kesan li 60 dewlet û 123 nûneriyên dewleta Tirk dengê xwe daye. Tevî kesên ku doh ango 19´ê Hezîranê jî biçin ser sindoqan, çav li rê ye ku ev rêje bigihîje ji sedî 50´î.

Di hilbijartinên 1´ê Mijdara 2015´an de li 54 welatan 1 milyon 160 hezar û 38 deng hatin bikar anîn ku rêjeya beşdariyê jî bû ji sedî 40,01.

Di referandûma 16´ê Nîsana 2017’an a ji bo guherandina destûra dewleta Tirk de jî ev rêje bûbû ji sedî 44,61. Di hilbijartinên 7´ê Hezîranê de jî milyonek û 56 jezar hilbijêran dengê xwe dabû ku rêjeya beşdariyê jî dikir, ji sedî 32,53.

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

Li Fransa bêhtir deng hatin dayîn

     

Li Fransayê çûna ser sindoqan a hilbijêran li gorî hilbijartinên beriya niha yên Tirkiyeyê, zêdetir bû. Li seranserê Fransayê duşema bihurî 15 hezar û 23 hilbijêrên din dengê xwe dan. Ji van 5 hezar û 960´î li paytext Parîsê dengê xwe da. Di dawiya 12 rojan de li Fransayê bêhtirî 160 hezar hilbijêran deng da û hejmarên doh li vê hejmarê nehatine zêdekirin.

Dengê AKP´ê ji partiyên din re çûn

Ya ku ji çavdîriyan diyar e ew e ku AKP’ê îsal hilbijêrên xwe hem dan Partiya IYI û hem jî ya Saadetê. Tevî ku AKP´ê otobus ji gelek deveran rakirin, hat dîtin ku carinan nîvê otobusan hilbijrêrên Partiya IYI bûn. Rayedarekî partiyê got, xelkê me van derfetên heytî bi kar tîne, ne tiştekî xirab e. Li aliyê din ew derdorên ku weke derdorên cemaetan tên nasîn jî berê xwe dan Partiya Saadetê.

Dengê HDP´ê û Demirtaş zêde bûn

Ji be rku derdorek heye ku dixwaze Erdogan û AKP biçin û dengê xwe dane HDP´ê, dengê HDP´ê li gorî berê zêde bûne. Bi her halî muhtemelen wê di navbera dengê HDP û Demirtaş de li Ewrûpayê ferqeke cidî hebe.

Li gorî çavdêriyên muşahidên HDP´ê li Fransayê wê dengê HDP´ê ji 7´ê Hezîranê zêdetir bin, lewma dengên wê ne tenê ji girseya wê ya klasîk e, lê ji gelek komên cihê deng wergirtine.