
LUQMAN GULDIVÊ
Li kovarên zanistî yên bi Kurdî û li ser zanistên civakî yên Kurdan û Kurdolojiyê û nexasim jî li ser wêjeyê, Derwaze zêde bû. Derwazeya ku hejmara xwe ya yekemîn weşand, wiha îfade kir ka wê giraniyê bide kîjan beş û jêrbeşên lêkolînên zanistî: “Wek kovareke zanistên civakî û mirovî hemû jêrbeşên van meydanan dikevine nav çepera weşana kovarê, lê bi taybetî nivîsarên ji warên wek tarîx, zimannasî, antropolojî, edebiyat, destnivîsarnasî, felsefe û huner dê xwedanê girîngiyeke taybet bin.”
Edîtorên Derwazeyê îşaret bi berfirehbûna meydana bikaranîna Kurdiyî nexasim jî li Başûrê Kurdistanê bi bîr dixin û dibêjin, “Bikaranîna qismî û berteng a kurdiyê diwarê medya, çapemenî û li medreseyan (bi taybetî li Kurdistana başûr), êdî cihê xwe vedihêle bo hizûr û çalakiyeke berfirehtir a di hemû warên jiyan, civak û zanist û ronakbîriyê de – herçend li bakurê Kurdistanê ji ber zext û tepeseriyên heyamên dawî ev geşedan piçek ji hêz û leza xwe kêm kiribe jî.”
Kurmanciyê jî keysa xwe anî li …
Derwaze wekî din îşaret bi cudatiya rewşa derfet û keyslêanînên şêwezaran dike, dibêje, Soranî wekî zimanê çapemenî, perwerde û zanistê nisbî, qederê sedsalekê xwe bi cih kiriye, lê Kurmancî û Kirmanckiyê bi tenê ev çend sal in ku karîn heman keysê li bikaranîna xwe bibînin; û bi vê yekê jî behsa çalakiyên çapê, weşangeriyê, medya, perwerde û di zanistê de jî qismî bikaranîna wan. Derwaze kovarên lêkolînê û hin kovarên zanîngehan jî di vê peywendê de dinirxîne.
Derwaze cuda ye
Edîtorên Derwazeyê dibêjin, kovara wan li pey “rewta kovarên zanistî yên bi hekem” tê û îşaret bi du cudatiyên wê dikin: “Yek, Derwaze bi tenê nivîsarên bi kurdî belav dike, bi piranî bi kurmancî û soranî, ku bi vî rengî dixwaze danûstandinên hizrî û têgehî bi rengekî konsantre bi rê ve biçin û her hejmareke kovarê ji bilî pêşkêşkirina hejmareke nivîsarên bi wesfên zanistî herwiha bibe meydaneke çalak a bikaranîna şêwezarên kurdî di warên zanistî de. Du, Derwaze ji cûnên/polên muxtelif nivîsaran belav dike, wek nivîsarên edîtoryal, gotarên lêkolînê, gotarên nirxandin û rexneyê, belge û têbîniyên lêkolînê, wergera metnên serekî yên kurdnasî û zanistên mirovî, û axirî nirxandinên kitêban.”
Kovereke xebata kolektîf ji bo zanistên civakî û mirovî
Herçî siyaseta weşanê ya kovarê ye, ew bi hevkariya desteyên cuda yên edîtor, hekem, wergêr û edîtorên zimanî ji weşanê re tê amadekirin û ji qewlê edîtoran ve “(E)v taybetiya kolektîv divê hem di asta zanistî ya nivîsarên kovarê de û hem di derbirrîna wan a zimanî de xuya bibe.
Wek kovareke zanistên civakî û mirovî hemû jêrbeşên van meydanan dikevine nav çepera weşana kovarê, lê bi taybetî nivîsarên ji warên wek tarîx, zimannasî, antropolojî, edebiyat, destnivîsarnasî, felsefe û huner dê xwedanê girîngiyeke taybet bin. Ji bo ku kelepor û aktûalîteya van warên lêkolînê bi kurdî jî berdest bin, kovar nivîskarên xwe han dide ku di nivîsarên xwe de hindî mumkîn be cih bidine behs û nîqaşên têorîk û têgehî yên li dor babetên xwe.”
Di warê teknîkî de nivîsarên bi alfabeya Kurdî-Erebî wê di çapa kaxezî de nebin, belê li ser malpera înternetê, ev nusxe jî wê berdest bin. Kovar girînigiyê bi fonetîka Kurdî û nexasim jî ya Soraniyê jî dide û herfên taybet ên ł (ji bo lam a qelew ڵ)- ṙ (ji bo re ya stûr ڕ) - ẋ (ji bo xeynê Û) - ḥ (ji bo he ya qelew a ji qirikê Í) - ‘ (ji bo ‘eynê Ú) jî bi kar tîne.
Hejmareke têr û tijî
Di hejmara yekem a Derwazeyê de Dr. Emîr Hesenpûr di nivîsara xwe ya “Pêşekî” de derçûna Derwazeyê di nav çarçoveya cîhanî ya kovargeriya akademîk de û li ser paşxaneya pêşketina “Dirasatên Kurdî” (anku Lêkolînên Kurdî / Kurdish Studies) dinirxîne û xeta rewşenbîrî ya kovarê li dor rêbazeke rewşenbîrî û lêkolînî ya wisa datîne ku rêbazeke rexnegirane be beramber nerît û sinetên cuda yên lêkolînên Kurdî yên înkarker, yan jî pesndarên kurdîniyê ne “ku di daîreya ´nasnameyê´ de asê mane, yên ´rojhilatnas´ û rexnegiriya wê rêbazê, û herwiha yên tarîxa kurdî bi Îslamiyetê ve dibendin”.
Di vê hejmara kovarê de gotarên lêkolînê Adnan Çelîk “Serhildana Zanyariyên Serkutkirî: Bîra “Fermana Filehan” li Diyarbekirê” û ya Metin Atmaca “Tesewura Kurdistanê ji Aliyê Tarîxî ve: Muqayeseya Çavkaniyên Osmanî û Ewropayî” cih digirin.
Emîr Hesenpûr di nivîsara xwe ya dirêj de, li ser serhildaneke rêncberên herêma Mukriyanê radiweste; Mustefa Dehqan du destnivîsarên têkilî tarîxa ziman û rewşenbîriya Kurdî radixe mexderê; Mesûd Serfiraz profîla şair û dîplomatekî Kurd ê Îranî li Stenbola demên dawî yên dewleta Osmanî derdixe; Ayhan Geverî Tek hindek belgeyên Ebdurrehîm Rehmî Hekarî yê rewşenbîrê Kurd dide nasîn; Luqman Guldivê nimûneyek ji edebiyata devkî ya bi naverok û bi zimanê xwe ve gelek balkêş bi rêbazeke muqayeseyî amade kiriye. Di bin pola “Cerebeyên Rexneyî” de Metin Yüksel û Ergin Öpengin bi çavekî rexneyî her yek ji kitêbên Bajar-Edebiyat û Cizîra Botan ya Zülküf Ergün û Rêbera Rastnivîsînê ya Mistefa Aydogan dinirxînin. Di beşa rexneyên kitêban de jî Ferengîs Qadirî, Tahir Baykuşak û Ömer Faruk Yekdeş bi nirxandin û nasandina kitêbên vê dawiyê derçûyîyên bi Soranî û Kurmancî di vê hejmara yekem de cihê xwe digirin. Edîtorên kovarê hêvî dikin ku Derwaze “(D)ê rola xwe ya serkêş bigêre di şênbûn û avadanbûna meydana zanistî ya bi kurdî de… Giyanê kolektîv ê vê hewlê, helwêsta rexnegirane ku em li pişt radiwestin û hevkariya ku em li hêviyê ne ji nifşê nû yê lêkolerên kurdînivîs wergirin, palpişt û kilîlên Derwazeyê ne.”