EHMED SEMÎR/ ANHA/QAMIŞLO

Pirraniya wan metelok, Zara Cemal Xelo di 21 salan de 9 hezar û 500 peyv, biwêj û hevokên Kurdî di lêkolînên xwe de li gund û deverên herêma Cizîrê berhev kirin.

Zara Cemal Xelo ji destpêka salên notî ve dîrok û zimanê Kurdî lêdikole. Ji beriya 21 salan ve, peyvên Kurdî û wateyên wan ji kalûpîrên gundên herêma Cizîrê berhev kirine. Xelo heta niha 9 hezar û 500 peyv berhev kirine.

Weke hemû dewletên dagirkerê Kurdistanê, dewleta Sûrî jî siyaseta bişaftinê li ser gelê Kurd ferz dikir. Gelê Kurd ji ber wê siyasetê gelek zehmetî kişand. Pirr caran dewleta Sûriyeyê cejna neteweyeyî ya gelê Kurd, cejna Newrozê qedexe dikir.

Zara Cemal Xelo ji şêniyên Qamişloyê ye. Ew 40 salî ye. Li ser dîrok û zimanê Kurdî ji salên notî ve lêkolînan dike. Ji beriya 21 salan û heta niha peyvên Kurdî û kêm tên bikaranîn, berhev dike.

Zara ev xebat di dema ku axaftina bi Kurdî hema hema li Sûriyeyê qedeqe bû, dimeşand. Ji ber ku wî xema tinebûna zimanê Kurdî dixwar û siyaseta bişaftinê li ser dilê wî bûbû kul, ew bi vê xebatê rabû.

Destpêkê bi dizî di nav malan de fêrî zimanê Kurdî bû. Piştre peyv bi awayekî veşartî di nav rûpelên lênûska xwe bi erebî beyî ku kesek bizane çi ye, dinivîsandin.

Piştî Serhildana 12'ê Adara 2004'an zextên dewleta Sûriyeyê zêde bûn. Ji ber tirs û xofa girtinê, Zara xebatên xwe bi awayekî veşartî dewam kirin.

21 salan pî bi bin neketin

Di dirêjahiya 21 salan de Zara 9 hezar û 500 peyv, biwêj û hevokên Kurdî di lêkolînên xwe de li gund û deverên herêma Cizîrê berhev kirin. Pirraniya van peyvan metelokên Kurdî ne ji kalûpîrên herêmê hatine komkirin. Her wiha Zara hewl da van peyvan di jiyana rojane de bi kar bîne.

Ka ev peyvên komkirî, Kengî tê bikaranîn, kîjan demê hatine gotin û çawa sûd ji wan tê wergirtin, ji wan pirsan e ku Zara li wan koliyaye.

Dildareke Kurmanciyê ye

Bi destpêka çirûska Şoreşa Rojava re, Zara zimanê Kurdî bi rêziman û rastnivîsa wê, fêrî şêniyên Qamişlo dike. Ji ber ked û xebata xwe, Zara Cemal Xelo, gelek caran bi destê saziyên ziman ên herêma Cizîrê hatiye xelatkirin.

Zara diyar kir ku peyvên wê berhev kirine, dê winda nebin. Her çi qas siyasetên bişaftin û qirrkirinê li ser gelê Kurd hatine ferz kirin jî, zimanê Kurdî tine nebû. Wê, êrişên yekser ên li dijî Kurdî jî bibîrxistin û got, tevî vê jî zimanê Kurdî bi berxwedanê li ser xwe ye.

Zara niha ferhengek bi navê' Zimanê Kurdî' amade dike.

Her wiha Zara destnîşan kir ku ew bi hevkariya hejmarek ji akademîsyenên ziman ên herêmê, pirtûkeke lêkolînê li ser dîroka gelê Kurd û sedemên avanekirina dewleta Kurdî amade dikin.