Telar Letîf di dewama axaftina xwe de diyar kir ku leşkerên Tirk ên pêştir jî li ser axa Herêma Kurdistanê, di dema êrîşên bi ser herêmê de ti alîkariyek nekirin û wiha dewam kir; “Di şerê Herêma Kurdistanê yê dijî DAIŞ’ê de, dewleta Tirk ti alîkariyek nekir. Niha jî ev hatina leşkerên Tirk ji ber  armancên cuda ye. Ji bo wê jî di demeke wiha de ku bi taybetî jî serokê Herêma Kurdistanê nîne, divê aliyên siyasî ji bo parleman karibe karê xwe bike, zêdetir xebatê bikin. Ji ber hatina her hêzekê ji bo ser axa Herêma Kurdistanê û bi heman şêweyî şandina hêzê ji bo derve, divê biryara parlemanê hebe. Divê em hemû bi hev re hewl bidin pêşî li hatina vê hêzê bigirin. Ji ber ku hatina vê hêzê ne yasayî ye.”


'Derxistina wan wê pirr zehmet be'

Telar Letîf diyar kir ku ew ê li ser hatina vê hêzê xebatên yasayî bidin destpêkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ji ber ku hatina leşkerên tirk a ser axa Herêma Kurdistanê dibe ku hêsan be, lê belê derxistina wan wê pirr zehmet be. Her wiha helwêsta hikûmeta Iraqê ya li ser vê mijarê jî divê bi cidî were dîtin. Ji ber derbas ku kirina sînorên axa Herêma Kurdistanê ne yasayî ye.” 


 SILÊMANÎ