Greva birçîbûnê wê bi armanca avakirina ‘Xelekek zexm a ewlekariyê ya li dora Ocalan’ bi rengekî bêdem û bêdorveger pêk were.

Li ser navê hemû girtiyên siyasî yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya têkildarî vê biryara xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahî da raya giştî.

Kaya bal kişand ser pêvajoya siyasî û hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ya sala 2016’an bibîr xist, ku AKP vê yekê ji bo serdestkirina dîktatoriya xwe ya faşîst weke firsendekê bi kar tîne.

Girtîgehên din wê di dema pêş de kom bi kom tevlî berxwedanê bibin. Lê belê bi ti awayî wê qawîş û girtîgehên zarokan tevlî vê çalakiyê nebin. Em bawerin ku wê hevalên ciwan di vî warî de bi berpirsyarî, rêxistinî û têgihiştî tevbigerin. Em wan hemûyan bi ruhê Apoyî silav dikin.”


NAVENDA NÛÇEYAN