
Akademiya Şehîd Neîm Şêx dewreya yekemîn a Hêzên Taybet a Artêşa Şoreşgeran bi merasîmekê bi dawî kir. Di merasîman de hin fermandarên Artêşa Şoreşgeran û Hêzên Şoreşger ên Kantona Şehbayê amade bûn.
Dewreya ku bi navê şehîd Xetab hatibû organîzekirin, 22 şervanên Hêzên Taybet mezûn kirin. Di dewreyê de waneyên taybet ên eskerî, girîngiya perwerdeyê, demokratîsî, exlaq, maf, azadiya jinê, dîroka Sûriyê, rêziknameya QSD´ê û rêgezên neteweya demokratîk hatin dayîn.
Merasîman bi rêûresma eskerî dest pê kir. Pişt re şervanan sonda eskerî xwar û hin şêwazên operesyonên biserdegirtinê pêşkeş kirin.
Paşê ji Fermandarên Artêşa Şoreşger, Dilşêr Idlib û Omer El-Esîr (Ebo Xiyas) axîvin û bal kişandin ser girîngiya perwerde û avakirina tugayên taybet û yên têkoşîna li dijî terorê. Her wiha fermandaran bidawîkirina perwerdeya yekemîn a Hêzên Taybet a Artêşa Şoreşgeran li gelê Kantona Şehba û tevahiya Sûriyeyê pîroz kirin. Merasîm bi gerandin dîlanê bidawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku şehîd Neîm Şêx bi nasnav Ebo Ramî, ji bajarê Humise, di 31`ê Cotmeha 2016`an de li gundê Xerîsa, di şerê li dijî DAIŞ`ê de şehîd bibû.
ŞEHBA