Li dijî binçavkirinên li Behdînanê û girtina ofîsa televziyona NRT ya li Dihokê, kampanyayeke îmzeyan hat destpêkirin.

Li ser navê kampanyayê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin: “Em weke rojnamevan, çalakvan, mamoste, welatî û pêkhateyên cuda yên civakê li dijî binçavkirina welatiyên herêma Behdînanê, Dihokê, Silêmanî û girtina ofîsa NRT ya li Dihokê ne. Em ê encamên kampanyayê ji Neteweyên Yekbuyî, rêxistinên navxweyî, Parlamentoya Iraqê, Hikumeta Iraqê, serokkomarê Iraqê û Parlamena Herêma Kurdistanê re bişînin.

Mafê yasayî ye li dijî dagirkeriyê

Di dewama daxuyaniyê de hat xwestin ku di demeke nêzîk de hemû kesên binçavkirî werin berdan û ti astengiyek ji bo ragihandinê neyê çêkirin: “Em bang li hemû aliyan dikin da ku li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê û Iraqê tevbigerin. Ya ku li Herêma Behdînanê pêkhat, mafê yasayî yê hemû welatiyên herêmê ye û li dijî hêzeke dagirker weke dewleta Tirk rabûne ser piyan.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN