Tifaqa Kurdan: Em tevger û partîyên Kurdistanî di bin sîwana HDP de, di hilbijartinên cîhî de tifaqa xwe îlan dikin. Em dibêjin; Bila Tifaqa Hilbijartinan a Kurdistanî û gelê me bi ser kevin.

7 Partiyên Kurdan beriya hilbijartina 31’ê Adarê hatin cem hev û ji bo li qadekê bibin yek, deklerasyona hevpar eşkere kirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hereketa Azadî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokratîk ên Şoreşger (DDKD), Partiya Mirov û Azadiyê, Partiya Komunîstên Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd (PDK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê Tirkiye (PDK-T), PDK-Bakur di çarçoveya îtifaqa ji bo rêveberiyên cihî de bi daxuyaniyekê deklerasyona hevpar eşkere kir.

Civîn bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî û nûnerên hemû partiyên Kurd li Salona Dawetê ya Ayaz Elagance ya Navçeya Peyasê ya Amedê pêk hat.

Deklerasyona partiyan bi Kurdî Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Bi tirkî jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan xwend.

Naveroka deklersyonê wiha ye: 

1-Piştî pergala serokatiyê li Tirkiyeyê eşkere xuya dike ku parlamen ji derb ketiye û pê re jî giringiya îdareyên cîhî zêdetir bûye.

2-Desthiladar, mixalefet û partîyên sîstema Tirkiyeyê, bi plan û programan bere xwe dane doza gelê me û dixwazin ku di mêjiyê gel de hinek têgihiştinên çewt bi cih bikin.

  • Em tevger û partîyên Kurdistanî di bin sîwana HDP de, di hilbijartinên cîhî de tifaqa xwe îlan dikin.
  • Tifaqa Cumhur ku dixwaze îrada gelê me careke din desteser bike, li hemberê wê em jî dibêjin; “Bila Tifaqa Hilbijartina Kurdistanî û gelê me bi ser keve, bila partîyên me bi ser kevin.
  • Bi Tifaqa Hilbijartina cihî ya Kurdistanê em dixwazin sîyaseta sivîl- demokratîk xurt bikin, ji bo vê yekê em bi bawerî têdikoşin.
  • Di tifaqa hilbijartina cihî de tevger û partiyên me dixwazin ku di nava gele me de çanda hevkariya neteweyî-demokratik bi pêş keve. Em dixwazin li gora daxwaza gele xwe tevbigerin.
  • Kurdên ku di hilbijartinên cihî de li derveyî tifaqa me tevdigerin, em rûmetê nişanî îradeya wan didin û helwêsta wan weke mafekî demokratik dinirxînin. Lê bele di van şert û mercên ku me bi kurtasî li jor anîn ziman, em dixwazin ku di hilbijartina 31´ê Adarê de Kurd bi yek tifaqê bi hevdû re bin. Beşdarbûna Kurdan bi tifaq û bi hev re giringîyeke dîrokî ye û di berjewendiya gelê me de ye. Em ê heta dema dawî ji bo hilbijartina cihî yekrêzî û tifaqa Kurdan biparêzin.

Em bawer dikin û em ê bi ser kevin. Gelê me û gelên me wê bi ser kevin. Tifaqa me wê bi ser keve. Em ê bi ser bikevin.

 

MA/AMED