Li Wanê, navçe û bajarokan di 26'ê mijdara 2012'an de di bin navê operasyona "KCK" de avêtibûn ser avahiyên sazî û malên ku di nava wan de Nûnertiya Herêma Wanê ya DÎHA'yê, Nûnertiya Herêma Wanê ya Rojnameya Azadiya Welat, KurdÎ-DER, Şaredariya Wanê û yekîneyên girêdayên wî, mal û odeyên Wekîlê Şaredarê Wanê Sabrî Abî, Şewirmendê Şaredar Saît Kantarcioglu, Alîkarê Şaredar Selîm Bozyîgît, Şaredariya Bajaroka Çelebîbaxî û mala Şaredarê Çelebîbaxê Veysel Keser a li Erdîşê û avêtibûn ser gelek mal û kargehan. Di encama serdegirtinan de polîsan dest danîbûn ser amûrên alîkariyê yên ji bo mexdûrên erdhêjê hatibûn civandin û belavkirina wan hêj didomiya.
Di lêgerîna depoyên nêzî Otogar û Gomê sewalan a Şaredariya Wanê de, dest danîbûn ser gida û kinc û gelek amûrên alîkariyê û mor li depoyan hatibû dan. Derkete holê ku polîsên girêdayên Miduriyeta Polîsan a Wanê bê biryara dozgeriyê dest danîbûn ser van amûran û radestê Miduriyeta Rewşa Lezgîn û Afetê ya Bajêr. Amûrên alîkariyê ku bê biryara dozgeriyê dest danîbûn serî nehatibûn jimartin, piştî hatibû fêmkirin ku biryara dozgeriyê tuneye hinek ji wan amûran careke din radestî şaredariyê hatin kirin. Lê hate diyarkirin ku beşek mezin a amûrên alîkariyê paşde neanîne.

Bi armancek cuda operasyon

Alîkarê Şaredarê Wanê Selîm Bozyîgît, derbarê mijarê de agahî da û diyar kir ku piştî binçavkirina wan amûrên alîkariyê yên di depoyên aîdên şaredariyê de bûn hatin girtin û mor li depoyê dan. Bozyîgît, wiha got: "Me ji bo vê yekê serlêdana sûc kir. Di qanûnên şaredariyan de jî xebatên civakî yên bi vê rengî hene. Di mijara alîkariyê de saziya şaredarî serekeye. Dema ji depoyan amûrên alîkariyê hatin girtin û mor li derî hate xistin me ji wan re gotibû ku ev ne bi zagonî ye. Desthiladar û hikumet bi armanca siyasî ku bi gel tiştekî cuda bide fêmkirin vê operasyonî kir. Çapemeniya Tirk jî vê mijarî cuda ji rayagiştî re ragihand." Bozyîgît, da zanîn ku di nivisandina bi dozgeriyê re wan aniye ziman ku ev pêkanîn "Dijqanûnî ye". Bozyîgît, destnîşan kir ku wan pirsiye bi çi armancî ji bo çi vê operasyonî kirine û ev tişt gotin: "Dema dozger jî diyar kir ku tu biryarekî dozgeriyê tuneye, me serî li AFAD û wilayetê da. Me amûrên alîkariyê careke din paşde girt. Vê yekê ewqas rawestandin, di 21 adarê de dane me, ferasetek cûda derdixe holê."

Daxwaza bersivê

Bozyîgît, anî ziman ku amûrên alîkariyê yên paşde dane hin ji wan hatine texrîpkirin û wiha got: "Ev tê wateya talanê. Ev ni bi sincî ye. Em dixwazin yên li ser vê siyasetê jî dikin bila bersivek bidine vê. Amûrên di depoyan de yên bidest ên duyemîn û sêyemîn, ên kesên faqîr û bi ûjdan civandibûn. Armanca wan cûda ye. Yên avêtin ser depoyan ku amûran wiha talan kirin nayê pejirandin. Em van kesên di malperên xwe de cûda jî nîşandan wan ji ûjdana wan re rû bi rû dihêlin. Li wir mafê sêwiyên ku şîr nevexwarine heye. Û ev malên gel bû. Tiştên karibûn bibin birin. Yên din jî ji ber malê destê duyemîn û sêyemîn bû bikêrê wan nehatiye û wan nebirin e. Em weke herkesî bi başî nêz dibin. Em hesasiyeta pêvajoyê dizanin. Em vê jî ji ûjdana rayagiştî re dihêlin." 

DÎHA/WAN