Dest danîn ser Sarûcanê jî
Rejîma Tirk dest danî ser Şaredariya HDP’ê ya Sarûcanê jî. Hevşaredarên şaredariyê pêr hatibûn girtin.
Rejîma Tirk di çarçoweya polîtîkaya qirkerî û dagirkeriyê ya li bakurê Kurdistanê de dest danî ser Şaredariyeke din a HDP’ê.
Dewleta Tirk a dagirker vê carê jî dest danî ser Şaredariya Sarûcanê ya Xarpêtê û qeyûmê mêtinger anî ser şaredariyê. Pêr Hevşaredarên bajaroka Sarûcanê Bekîr Polat û Canan Tagtekîn hatibûn girtin.
Bi Sarûcanê re heta niha 46 şaredariyên HDP’ê hatine desteserkirin û tenê 11 şaredarî di destê HDP’ê de mane. XARPÊT