
Xisar û talana ku dewleta Tirk a dagirker li xweza û dîroka Kurdistanê dike, bi meş û mîtîngekê li bajarê Elmanyayê Kolnê hate şermezarkirin. Mîtîng li bahnhofvorplatzê pêk hat û nûnerên FEDA, AABF, AGÎF, FDG, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Kolnê axivîn.
Di çalakiyê de bi nîşandana wêneyan, şewata ku dewleta Tirk li daristanên Dêrsimê derxistiye û talan û tinekirina dîrokê ya li Heskîfê, hatin nîşandan. Her wiha, mirovên li Barcelonayê di êrîşa terorê de jiyana xwe ji dest dayî jî hatin bibîranîn.
Piştî mîtîngê girse meşiya.
Meş ji aliyê NCDK li Kolnê, FEDA, Meclîsa Jinê ya Viyan a Kolnê, AABF, ADEF, Meclîsa Dêrsimê, Federasyona Dêrsimê ya Ewropayê, AGÎF, Cîhaneke lê bê jiyîn, ADHK, Însiyatîfa Mereşê û HDK-Kolnê ve hat organîzekirin.
Di dema meşê de hem bi axaftinan, hem jî bi belavkirina belavokan li ser mijare agahî bi raya giştî re hate parvekirin.
Wêneyên ji şewitandina daristanên li Kurdistanê û bi dnamîtan hilweşandina Heskîfê jî hatin hilgirtin.
KOLN