Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK Ewropa) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, desthilatdariya berê xwe daye komkujî û tinekirina gelan, jê nayê hêvîkirin ku xwe li hebûna nûnerên gel ên li parlamentê rabigire.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku destwerdana çalak a nûnerên gel li jiyana siyasî û hilweşandin bendan, dewlet di hin mijarên din de jî xistiye nava alarmê.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Helwesta Erdogan nîşan dide, ku nêzîkatiya berê li hemberî parlamenterên DEP’ê hat nîşandan, wê vê carê li dijî parlamenterên HDP’ê were nîşandan. Girtina DEP’iyan kir ku Tirkiye bikeve nava şerekî navxweyî yê bêdawî. Ev helwesta nû jî işaretê bi demeke nû ya şer dike, ku veger jê nîne û wê temamiya herêmê bixe nava xwe.
Ev pêşniyar, di serî de gelê Kurd wê hemû mirovên bindest ên bi HDP’ê hatine temsîlkirin ji parlamentê werin avêtin: Lewma em dixwazin ev pêşniyar derhal bê betalkirin. Em bang li parlamenteran dikin, ku dengê ‘NA’ bidin vê pêşniyara guhertinê ya ku siberoja me têk bibe. Her wiha em dixwazin zexta li rojnamevan, akademîsyen, rêxistinên civakî yên sivîl û Şaredariyên DBP’ê bê qedandin, Hevşaerdarên girtî derhal werin berdan û wezîfeya wan radestî wan bê kirin.
Em xwedî li wekîlên xwe, xwedî li vîna xwe derkevin!”
Li dijî faşîzmê mil bi mil!
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkildarî destnedanên ku wê di 16’ê Gulanê de li parlamenta Tirkiyeyê danûstandin destpê bike û ev bang hate kirin: “Em ê di 16’ê Gulana 2016’an roja Duşemê saet di 15:00 de li ber hemû Sefaretxaneyên Bilind, Konsolosxane û hemû Nûnertiyên Tirkiyeyê yên li Ewropayê çalakiyên protestoyî lidar bixin. Em bang li hemû sazî û mirovên bala xwe li ser mijarê ye dikin, ku tevlî van çalakiyan bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN