Peyva „destan“ peyveke aryanî ye, ango hemû gelên îranî dikane vê têgînê bikarbîne. Ji farisî derbasê Tirkî bûye. Ev tê wateya rûdan, pêkhatin, qehremanî û êşekê bi awayekî razber bi helbestî venivisandine. Bi gotineke kurt di bingehê hemû destanan de rastiyekê heye, lê ev di pêvajoya salan de wisa tên xemilandin ku xwe digîhîne dîmenziyoneka yêzdanî û derê derfetên mirovî. Li Ewropê jî ji bo vê; peyvên Epos û mytoloji tên bikaranîn, ev peyv jî peyvên yunanî ne. Epos tê wateya destan, lê mytolojî hineke din yezdanî, derawerteyî ye û ji forma helbestî bêtir, di forma vegotinê de ye. Di cihanê de destana herî kevn destana Gilgamêşê (Şutur Elîşara) şahê Ûruk e û bi Somerî hatiye nivisandin. Gelek beşên wê wek tiştên xwedayî derbasê baweriya xiristiyanî û îslamî bûye. Wek mînak mijara Adem û Hewa, bihuşt û Baxê Îrem, mijara Keştiya Nuh, reşkujiya Habîl û Qabî ji detstana Gilgamêş hatine wergirtin. Ango ne nivisên xwedayî û wehî ne, ji jor ve nehatine qopya ne, di tabletên somerî de hene. Hima bigire nîvê vê destana qedîm a di forma mytolojiyeke yêzdanî de li ser xaka Kurdistan derbas dibe. Ango destpêka destana mirovbûnê li vir destpêdike, mirovbûna hatiye ber kerta têkçûnê jî cardin li vir dibe xwediyê destana nûvejînê. Di nava gelê me de destanên qehremanî, evîn û ên şînê hene. Piraniya stranên dengbêjan di vê formê de ne. Wek mînak Destana Kawa û Rustemê Zal destanên qehremaniyê ne. Memê Alan, Siyabend û Xecê ûhwd. jî destanên evînê ne. Lê di van sed salên dawîyê de jî; destanên şînê, yên mîna Geliyê Zîlan, Dêrsim, Helepçe, Enfal, Geliyê Teyarê, Robozkî, Şengal bi destê dagirkeran hatine afirandin. Dema mirov destana Geliyê Zîlan ji devê dengbêjan dibîhîse, dil û kezeb li mirovan diheje.
Ev sih û şeş sal in ku li Kurdistanê bê navber her roj li gel destanên şînê, bi giranî jî destanên qehremaniyê tên afirandin. Berxwedanên zîndanan, Berxwedana Delîlan, Zekî Palabiyikan, Mehmedan, Şiyaran, Bêrîtanan, Ezîzan, Salihan, çemê Şikestûnê, çemê Hêzil, Geliyê Zapê, Oramar. Ni kurt û kurmancî li ser her bihust axa Kurdistanê destaneke hatiye afirandin, her şahadetekê bi serê xwe destanek e. Hin destan jî hene, ne tenê jiyana Kurdan û dîroka Kurdan guheriye, bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn kirine. Ji van destanan ya yekem, bê guman agirê sê niftên Mazlûm Dogan e ku bi wê rengê Newrozê guheriye û tehdîta mirinê hatiye şikandin. Bi vê destanê re êdî Kawayê hemdem cihê Kawayê klasîk girtiye. Newroza cejna biharê rengekî netewî wergirtiye û her sal bûye pengaveke raperînê. Destana dîroka Kurdistanê ji bin ve guheriye, tirsa bêbav kuştiye, kesayetiyeke nû afirandiye, bandora wê li tevahiya Kurdistanê bûye, bêguman destana guleha yekem a li Dihê (Eruhê) ya di rêberiya Fermandarê bi raz û nemir Egit Mahsum Korkmaz de ye. Vê destanê ew mija tirsê, ew mija tevahiya xak û jiyana Kurdistanê fetisandibû, belavela kir. Bi wê guleyê Kurdeke nû hate afirandin.