Di dîroka Kurdan de mînakên wisa hene ku gelekî kêm mirov di dîroka gelên din de dibîne. Yek ji van mînakan jî sebr, wêrekî, welatperwerî û nefreta ji neyaran ya Hesenê Pûrto ye. Lê mixabin mîna gelek egîd û lehengên din, ev mêrxasê hêja bi gelê wî dane jibîrkirin. Ji berê de tişta neyarên Kurdan jê ditirsin ew e ku Kurd bi dîroka xwe zanibin. Ji bo ku dîroka Kurdan bi wan bidin jibîrkirin her rê û rêbaz bi kar anîne. Neyar qet naxwazin ku Kurd dîroka xwe bizanibin. Baş dizanin ku gelên dîroka xwe dizanin, dijminên xwe jî dizanin û heta ji wan tê bindestiyê napejirînin. 

Ji serdema berê ve dagîrkerên Kurdistanê heta ji wan hatiye dîroka kurdan vedişartine û xwestine ku Kurd dîroka xwe ji bîr bikin. Yan jî dîroka wan wisa berevajî ji wan re gotine ku Kurd ji dîroka xwe şerm bikin. 

Piştî ku komara çeteyan ya bi navê Tirkiyeyê hate damezrandin û pê ve bi temamî dîroka Kurdan hate înkarkirin. Bi hemû hêzên xwe yên eskerî, polîsî, sîxurî, çandî, aborî û perwerdeyî xwestin ku Kurd dîroka xwe ji bîr bikin. Heta ku van çeteyan, ev dewleta çeteyan nedamezirandbû, kêm zêde Kurdan li dîrokbêjên xwe û stranên xwe yên li ser dîroka xwe guhdarî dikir. Bi xêra dîrokbêj û stranbêjan, Kurd ji serpêhatiyên pêşiyên xwe agahdar dibûn. 

Yek ji van serpêhatiyên dîrokî jî destana Hesenê Pûrto û xatûna wî ye. Destana Hesenê Pûrto li gelek şevbûhêrkan dihate gotin û nifşên nû hînî serboriyên pêşiyên xwe dibûn. Ev destana ku berî vêga bi du sedsalan rûdayî li serdema dewleta Osmanî bû. Dewleta Osmanî di bin fermandariya Arif Paşe de leşkerekî giran dişînê Bêdlîsê. Arif Paşe û leşkerên wî ji Bêdlîsê berê xwe didine gundê Kolanis yê navça Mûtkê. Serokên êlan dizanin ku Arif paşe ji bona talankirina welatê wan, kuştina wan, girtin û surgûnkirina wan hatiye. Heta leşkerên Tirk digihîjin Kolanisê, serokên êlan hevûdu serwext dikin û hê leşkeran cihê xwe di gundê Kolanis de negirtî, Kurd êrîşî wan dikin. 

Çar aliyên leşkeran digirin û leşker nikarin ji ti deran alîkariyê jî bixwazin. Leşkerê Arif Paşe di mizgeft û çend xaniyên li derdora mizgaftê de cih digirin. Li dirêjiya şerê ku panzdeh şev û rojan ajotî, her Kurd êrîşî leşkeran dikin. Panzdeh şev û rojên wan bi şer derbas dibin. Di dawiya panzdeh şev û rojên şer de ji herdû aliyan gelek kuştî û birîndar dibin. Hemû serleşker û leşkerên Tirk yan têne kuştin, yan jî dîl têne girtin. Tenê Arif Paşe di nava mizgeftê de dimîne. Roja şanzdehan jinên gundê Kolanis dikevine mizgeftê û bi guhên Arif Paşe digirin û wî jî derdixine derve. 

Piştî ku şer bi dawî dibe, cendekên leşker, serleşker û mêrên hatine kuştin ji bona şûştin û kefenkirinê danîn ber hev. Di nava kuştiyên Kurdan de cendekên sê kurên Hesenê Pûrto hebûn. Dibêjin ku Hesen ew hersê kur tenê hebûn. Dema mele dest bi şûştina kuştiyan dike Hesen jî li wir e. Hesen qelûna xwe dadigre û lingên xwe dide ser hev bi dilekî xurt û bêhneke fireh qelûna xwe dikişîne. Di bin kilorên dûyê qelûnê re li cendekên hersê kurên xwe û qumandarên dewleta Osmanî dinêre. Dayîka hersê kurên Hesen ên kuştî tê û ji bona kurên xwe digirî. Hesen giriyê jina xwe dibîne û jê re dibêje. 

“Xatûna delal ji bona kurên xwe negirî. Kurên te îro ne yên girînê ne, ji bona min bigirî. Ez nizanim di roja kuştina min de jî weke kurên te cendekên qumandarên Tirkan dê di rex min de hebin an na?” 

Li ser gotina Hesenê Pûrto, dayîka hersê kuran fêhm dike ku kurên wê di rêya rûmetê de hatine kuştin. Hêstirên xwe ziwa dike û diçe li rex mêrê xwe rûdinê. Hesenê Pûrto axaftina xwe dewam dike. 

“Gelo Xwedê, dê şeref û mêrxasiya kurên me bike nesîbê min jî? Mafir mirov tenê carekê ji mirinê re heye. Ji ber wê divê ew mirin di rêya rastiyê de bi rûmet, bi mêrxasî û bi wêrekî be. Ji bona gihiştina mirineke hêja û bi rûmet gelek westan û xebat divê. Mirovên ku xwe ji ber wê mirinê bidin paş, bê şik ew mirovên qels û bizdonek in. Ez ji xwedayê xwe dixwazim ku kêliya mirinê li deriyê min da, ez nebime ji mirovên bizdonek.” 

Ev destan serdemên berê hem bi çîrokî û hem jî bi stranî di civatan de dihate gotin û gelek pêşengên hêja û şervanên wêrek niyaza Hesenê Pûrto ji bona xwe xwestine. Bi wê daxwazê tekoşiyane û gihiştine rûmet û şerefa ku dixwestin.