
Nivîskarê lêkolîner, Mehmet Bayrak, destan û çanda gelê Ermenî di encama karekî 50 salî de kir pirtûk û navê ”Dîroka Gelekî ya Menzûm, Aşûgên Ermenî, Dîroka Dîtbarî û Helbestkî ya li Destanên Aşûg xwe nîşan dide” lê kir.
Nivîskar Mehmet Bayrak, ku bi karên xwe yên li ser çand û dîroka Kurdan tê naskirin, pirtûka xwe ya dawî ji destanên Ermeniyan re veqetand.
Pirtûka destpêkê ya Bayrak sala 1973’an hate weşandin û ji hingî ve 38 pirtûk nivîsîn û weşandin.
Pirtûka bi navê ”Dîroka Gelekî ya Menzûm, Aşûgên Ermenî, Dîroka Dîtbarî û Helbestkî ya li Destanên Aşûg xwe nîşan dide” ji Weşanên Ozge derket. Pirtûk ji 560 rûpelan pêk tê. 256 wêne û aganî tê de hene.
Di pirtûkê de zêdeyî 150 destan û helbest hene. Her wiha 50 destanên hatine vegotin jî, yekemcar tê de eşkere dibin. 10 ji van jî destan û helbestên Dengbêjên Ermenî yên piştî komkujiya Ermeniyan şûn dîasporayê ne.
‘Em çanda hev nas bikin’
Bayrak bi bîr xist ku Ermeniyan gelek caran li ser Kurdan xebat meşandiye û bal kişand ser girîngiya xebateke nivîskarekî Kurd li ser çand û dîroka Ermeniyan. Bayrak got, ”Kurd û Ermenî du gelên qedîm in ku di nava hev de dijîn. Di nava mirovên destpêkê de ku li ser çanda Kurdan xebitîne, Ermenî jî hene. Yek ji kesên ku destpêkê stranên Kurdî dan hev, lêkolînerê Ermenî Abovyan e. Hê di nîvê destpêka sedsala 19’an de ew vê lêkolînê dike. Yê ku doktora destpêkê li ser muzîka Kurdan kir, Gobîtas e. Sala 1864’an li Dersimê Komîteya Serxwebûnê ya Kurd Ermenî ava dibe. Ev rêxistina destpêkê ya bi hevparî tê avakirin, rêxistina destpêkê ya demokratîk a Kurdan e. Di navbera salên 1900’î û 1921’ê de gelek rêxistinên Kurd ava dibin, û Kurd û Ermenî bi rengekî hevpar van ava dikin. Ev gelên ku piştgirî dane çanda hev, pêwîst e çanda hev bêhtir ji nêz ve nas bikin.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN