Meclisa Jinên Bajêr a Êlihê, li hember Abdullatîf Çekîn ê bi tawanbariya destdirêjiyê ya li hemberî M.A ya 17 salî û xwîşka wê S.A, ku pêk aniye bi civîna çapemeniyê lidarxist û Çekîn şermezar kir. Civîn li avahiya BDP’a Êlihê hate lidarxistin. Di civînê de Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga, xebatkarên Navenda Şêwirmendiya Jinan a SELÎS, Navenda Çanda Bihar, rêveberên BDP, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aşîtiyê, amade bûn. Li ser navê jinan Hevseroka BDP’a Êlihê Rahşan Çarboga daxuyanî da. Çarboga, diyar kir ku di derbarê Abdullatîf Çekîn de partiyan wan cezayê pêwîst daye û ew ji partiyê avêtine. Çarboga, anî ziman ku kesên tecawûz û destdirêjiyê dikin ji aliyê dewletê ve tên parastin û wiha got: “Li gel ku ev kes ji aliyê dewletê ve dihat şopandin jî lê hêj vî suçî derdixin holê. Ev yek jî me dixe nava fikaran.”
´Em tawîzê nadin´
Çarboga, destnîşan kir ku ew partiya BDP’ê her tim li hember bûyer bi vî rengî derketine û tawîz nedane û got ku ew ji niha şûn ve jî li hemberî bûyerên wisa sosret tawîz nadin. Çarboga, wiha axivî: “Dewlet vî kesî serbest berda, ji niha pê ve çi destdirêjî, tecawiz bên kirin û ji tecawizkaran berpirsyare. Dibêjin sedemê berdanê li ser riza keçikê bûye. Lê di esasê xwe de vê riza yê ne keçika zarok, dewletê bi serê xwe de daye. Ji ber vî awayî dewlet jî wek wî kesî ku vî sucî kiriye berpirsyar e.” Çarboga, diyar kir ku ew wek jinan daxwaza wan ew e ku bila demildest ceza bidin wî kesî û anî ziman ku ew ê di vê mijarê de raya giştî pêk bînin û bibin şopdarê vê bûyerê.
DÎHA/ÊLIH