Ji 13’ê Kanûnê ve agahî ji Endamê Tevgera Azadî yê bi navê Mihemed Feteh Silo ku wekî Mihemed Zaxoyî tê nasîn, nayê wergirtin. Malbata wî miraceatî asayîşa Dihokê û ya Zaxoyê kir, lê wan jî bersiva, “Haya me jê nîne” daye. Endamê Desteya Birêvebir a Tevgera Azadî Ebubekir Mecîd li ser vê yekê peyivî û got, “Destê PDK’ê di wendakirina Mihemed Zaxoyî de heye.”

Li gorî agahiyên ku malbat û nasên wî dane, 13’ê Kanûnê Mihemed Zaxoyî ji bo karê xwe xwestiye biçe Silêmaniyê û saet qederê 13.30’an ji bajarê Dihokê bi rê ketiye. Li gorî agahiyên malbatê dayî, Mihemed bi wesayîta xwe ya taybet ji Dihokê derketiye, ji wê demê ve ti agahî jê nayê girtin û telefona wî jî girtî ye.

MÎT’a Tirk gef lê xwariye

Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Ebubekir Mecîd qala zextên Asayîşa Dihokê yên li ser malbata Mihemed Zaxoyî kir. Mecîd diyar kir ku endamê wan Mihemed Zaxoyî gelek caran ji aliyê asayîşa PDK’ê ve rastî êrişê hatiye û hatiye girtin. Gelek caran MÎT’a Tirk gef li Mihemed Zaxoyî xwariye.

Ti hêzên din li wê deverê nînin

Ebubekir Meclîs li ser windabûna Mihemed Zaxoyî ev agahî dan: “Windabûna Mihemed Zaxoyî peywendî bi meseleya siyasî û helwêsta nîştimanî ve heye. Em bi bawerî dibêjin, ji aliyê PDK’ê ve hatiye windakirin. Em li gorî pêşbiniyên xwe, cih û malbatê wiha dibêjin. Ji ber ku piştî ji mal derketiye, telefona wî hatiye girtin. Belge eşkere ne û ji derveyî hêzên PDK’ê ti hêza din li wê deverê nîne.

Em ê serî li hemû rêyan bidin. Em ê peywendiyê bi hemû rêxistin û saziyên navxweyî û navneteweyî re bikin. Me peywendî li gel asayîşa herêma Dihokê û Zaxo re çêkiriye, dibêjin, ne li gel me ye.”

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS