Sefîrê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê, Hakan Karaçay rasterast dest werda pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ji hêzên Tirkmenî jî dixwaze ku daxwaza cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.
Doh li otela Qwartz a bajarê Hewlêrê, Sefîrê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê, Hakan Karaçay, li gel berpirsên hêzên Tirkmenî civiya. Di nava wan hêzên Tirkmenî yên li gel Karaçay civiyayî de Eniya Tirkmenî jî hebû. Piştî vê civînê, hêzên Tirkmenî bi daxuyaniyeke çapameniyê daxwazên xwe ji bo kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand.
Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê parlamenterê Eniya Tirkmenî ya Herêma Kurdistanê, Aydın Merûf ve hate xwendin. Merûf eşkere kir ku civîna aliyên Tirkmenî ya bi beşdariya Sefîrê Tirk, Hakan Karaçay, gotûbêjeke taybet bûye li ser beşdarbûna aliyên Tirkmen di Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de.
Merûf eşkere kir ku aliyên Tirkmenî niha hewl didin daxwazên xwe yên ji bo beşdarbûna nav hikûmeta nû ya Iraqê jî wê amade bikin û pêşkêş bikin.
Parlamenterê Eniya Tirkmen Aydin Merûf da xuyakirin ku ew daxwaza cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Tirkiye ne bes e dora Tirkmenan
Eniya Tirkmen her wiha di nava hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de daxwaza Wezareteke girîng a karîger û çend rêveberiyên giştî dikin. Merûf got, ew dixwazin di nava hikûmeta nû ya herêmê de bibandor bin.
Heta niha Qûbad Talabanî cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lê li gorî gotegotên li ser pêkanîna hikûmeta nû ya herêmê, dibe ku êdî du cîgirên serokê hikûmetê hebin. Her wiha têgotin ku cîgirek bibe para YNK’ê û cîgirek jî bibe para Tevgera Gorran. Lê niha aliyên Tirkmen jî doza cîgirtiya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
ROJNEW/HEWLÊR