Hînkerê Zanîngeha Duhokê û endamê Kongreya Netewîya Kurdistan (KNK) Dr. Kamûran Berwarî û Wezîrê Dadê yê dewra 5’an yê Hukumeta Herêma Kurdistanê Farûk Cemîl li ser mijara Rojavayê Kurdistanê  axivîn û dan zanîn ku dewleta Tirk naxwaze Kurd li Rojavayê Kurdistanê mafên xwe yên rewa bi dest bixin û ji bo wê jî bi her awayî politikayên tunekirinê li ser Rojavayê Kurdistanê dide meşandin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê encama tekoşîna sedsala 20’an a gelê Kurde. Berwarî diyar kir ku şoreşa Kurdan a ku li Rojavayê Kurdistanê hatê destpêkirin, wek encama xebat û têkoşîna gelê Kurd ya sedsala 20’an dibîne û wiha berdewam kir; “Ji ber ku gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê jî weke Kurdên her sêparçên din her tim aligirê aşitiyê û biratiyê bûne. Lewra ev şoreşa ku li Rojavayê Kurdistanê hatî destpêkirin yek armanca wêhe ye, ew jî weke hemû gelên cîhanê mafê gelê Kurd jî heye ku bi aweyek azad li ser xaka welatê xwe jiyan bike. Ji destpêka şaristaniyê ta mirovahiyê heta niha gelê Kurd li ser vê xakê jiyan kiriye, malovanî û pêşengtî ji hemû şaristaniyan re kiriye. Lê mixabin gelên ku Kurdan jêre malovanî û  pêşengtiya şaristaniyê kiriye îro welatê wana Kurdistan dagirkirin e. Welatên dagir kerên Kurdistanê gele Kurd neçar kir ku li hemberî rejîmên wanayên dagirker serî hilbide û şoreşan bide destpêkirin.” Berwarî dest nîşan kir ku Kurdên Rojava jî li hemberî Rejîma BAAS a Sûriyê şoreşa azadiyê dane destpêkirin û hetani piraniya bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji bin destê rejîmê hatine rizgar kirin. Sîstema xwe ya xweseriya demokratik avakirine, rêxistina xwe di her alî de pêşxistine û her ku diçe rêveberiya Rojava a ku ji aliyê îrada gel ve tê rêvebirin bi hêztir dibe.

Xiyanetê li birayên xwe nekin

Di berdewama axaftina xwe de Berwarî got ku piştî ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê hat destpê kirin Tirkiye û dewletên din ev yeke li xweranegirtin û dest bi hewildanên tunekirina vê şoreşê kirin û wiha got; “Dewleta Tirk û hevkarên wê naxwazin gelê Kurd li Rojavayê Kurditanê bi gihin azadiya xwe. Ji bo vê jî bi politikayên xwe yên qirêj û hovane bi her awayî bi avakirina koma çeteyên çekdar êrîşî herêmên Kurdan dikin û welatiyên Kurd qetil dikin malên wana talan dikin. Bila dewleta Tirk dest ji vê politikaya xwe ya inkar û tunekirinê berde. Ji ber ku gelê Kurd ji bo tu netew û dewletan nebûye gef, berevajiyê vê wê ji bo Rojhilata Navîn aşitiyê bixwe re bîne.
Di van heftiyên dawiyê de bi pêşengtiya artêşa dewleta Tirk komên çeteyan êrîşî navçeya Serêkaniyê dikin. Bi van êrîşên xwe dixwazin destkeftiyên Kurdan tune bikin.” Giridayî heman mijarê Berwarî balkêşan ser êrîşa li taxa Eşrefiyê ku di encama şerê di nav bera Artêşa Azad a Sûriyê û hêzên Rejîma Sûriyê de bi dehan welatiyên Kurd hatin kuştin de wiha got: “Ez van êrîşane bi aweyek tund şermezar dikim û ji dewleta Tirk dixwazim ku dawî li vê politikaya xwe bîne. Her wiha bang li Artêşa Azad a Sûriyê dikim bila Kurdan nexin hemberî û eger armanca wan roxandina Rejîma BAAS’e bê bila biçin li herêmên hêzên rejîmê li heyî şer bikin. Ji ber ku li piraniya bajar, navçe û gundên Rojavayê Kurdistanê hêzên rejîmê lêne mane. Dîsa ji bo Kurdên ku hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin û dixwazin şerê Artêşa Azad a Sûriyê û hêzên rejime bîne herêmên Rojavayê Kurdistanê re jî bang dikim kû îxanetê li birayên xwe nekin û neyên leyistoka dijminên Kurdan. Divê pêvajoyê de ji bo gelê Kurd yekbûyîn firsenda dîrokiye lewra hemû hêz û partiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê pêwîste bibin yek û ji bo azadiya gelê xwe têbikoşin.”

Hisabên Tirkiyeyê pûç bûn

Berwarî li ser mijara êrîşên Serêkaniyê yên ku di pêşengiya dewleta Tirk de tên kirin diyar kir ku sedema herî mezin ya êrîşên dewleta Tirk li ser destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê ewe ku hesab û politikayên wana yên ku bidewletên cîran re politikaya ‘pirsgirêk tune ye’ û girêdayî vê dixwest di nava Kurdan de şerê nav xweyî bide destpêkirin û Kurdan li hemberî şîa û elewîyan bixe nava şer wiha berdewam kir; “Lê gelê Kurd ev hesabên wana vale derxist lewma li xwe ranagire û di her firsendê de birêya çete yan êrîşî Kurdan dike. Lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berxwedanek mezin nîşanî van êrîşane da û ev hesabên wan ji bînî de vale derxist.” Di dawiya axaftina xwe de Berwarî bal kêşand ser rewşa gelê Rojavaya ya aborî û diyar kir ku gelê Başûrê Kurdistanê tevahî li hemû deveran kampanyên alikariyê dane destpêkirin û ji bo vê yeke spasiyên xwe pêşkeşî gelê Başûrê Kurdistanê kir.

Nekevin xizmeta dijminên Kurdan

Wezîrê Dadêy êDewra 5’an yê Hukumeta Herêma Kurdistanê Farûk Cemîl jî derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de diyar kir ki dijminên Kurdan naxwazin herêmên Kurdan aşitiyê bibinin û wiha berdewam kir; “Pêwîste partiyên Kurdan bi taybetP artiya Yeketiya Demokratîk (PYD) herêmên Rojavayê Kurdistanê ji dijmin û dagirkerên Kurdistanê biparêze û derfet nede ku bûyera Eşrefiyê dûbare bibe. Di bûyera Eşrefiyê de ku di nav de jin û zarok jî hebûn bi dehan welatiyên Kurd ji hatin kuştin. Mixabin di vê bûyerê de destê hinek partiyên Kurdan ku tên leyistoka dijminên xwe jî heye. Li şûna ku biçin cehştiya dijminên xwe bikin, bila werin li gel Kurdên Rojavayê Kurdistanê bibin yek û bi yek dengî têbikoşin.” Her wiha Cemîl da zanîn ku ji bo Kurdên Rojava nikaribin sistema xwe ya xweseriyê bidin rûnişkandin êrîşî Serêkaniyê dikin û Kurdan ji Artêşa Azad a Sûriyê û komên çeteyên ku cehşên Kurd jî di nav de hene dike armanc bi vî awayî axivî; “Ji bo vê jî pêwîste Kurdên her çar parçên Kurdistanê dest bidin hev û piştevaniya xwe di her alî de bidin şoreşa azadiya Rojavayê Kurdistanê.”
Her wisa Cemîl da zanîn ku gelê Başûrê Kurdistanê heta niha alikariyek baş daye gelê Rojava û wê ev alikariye di pêşerojê de jî ber dewam bike. Cemîl li ser mijara pirêjî ji hukumeta Herêmê xwest ku sinorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de rake û pira ku ji bo gelê Rojava jinan û av girîngtir demek ji ya din zûtir çê bike."

DÎHA/HEWLÊR