Ji bo aştiyê înîsîyatîfa wêjekaran” bi metneke îmzayê ya bi diyar kirin ku “bi dil û pênûsên xwe” tevlî daxuyaniyên akademisyanan dibin. Metnê ku 558 îmzayê wêjekaran tê de cîh digirt bi wan gotinan helwestên xwe eşkere kirin:”Em astengkirina azadiya xwe îfadekirin û fikirînê red dikin û diyar dikin ku alîgirên mafê jiyînê ne.”  

 

Şanogeran jî destek dan 

Şanogeran jî destek dan Akademîsyenên ji bo Aştiyê, yên bûn hedefa Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan. Şanogeran dan xuyakirin, ku ew banga akademîsyenan weke hewldana herî watedar û însanî ya ku hêviyê xurt dike dibînin.


Mamosteyên Kurd: Em jî li gel rewşebîran in

Rêveberiya Yekitiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa (YMK) bi daxuyaniyek piştgirî da kampanyaya rewşenbîran û wiha dan xuyakirin: “Jiyana mirov, wek hemwelatiyê azad û wekhev jîyîn, fikirandin û xwe bilêvkirin mafên herî bingehîn e. Li dij binpêkirina van mafan liberxwedayîn, li gel berxwidêran bûyîn divêtiyeke.

Em ji bo aştiyê li gel însiyatîfa Akademisyenan in. Em wek YMK hem bi her awayî tevli vê kampanya wan dibin û hem jî van êrişên di derekeya lînckirinê de ye ku bi destê Serokkomar hatiye sorkirin, bi tundî şermezar dikin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN