'Em berxwedana destanî silav dikin'
Di metna hevpar a Komite Internazionalistak de bal hat kişandin ser rola Tirkiye, dewletên herêmê û hêzên emperyalîst ên navneteweyî ya di destkkirina DAIŞ'ê de û bêdengiya wan a li pêşberî êrîşan. Hat destnîşankirin ku kêmaniya alîkariyên navneeteweyî û drama mirovahiyê ya ji ber êrîşên DAIŞ'ê yên li Şengal û Kobanê, rewşeke divê lêpirsîna wê bê kirin e.
Di metna hevpar de, helwesta dewleta Tirk a ku nahêle Kurdistaniyên ji Bakur ên li ser sînor biçin tevlî berxwedana Kobanê bibin, weke mînakek ji hewldana mîlîtarîzekirina Kurdistanê, hat nîşandan.
Di metnê de têkoşîna destanî ya gelê Rojava, bi taybetî jî parastina modela jiyana bi hev re û demokratîk ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hat destekkirin
Komite Internazionalistak, wê di 24'ê Cotmehê roja Înê li Bîlbao'yê bi mijara "Berxwedana Kurdan û li Rojava Rewşa Dawî" konferansekê lidar bixe.
BÎLBAO