Navên li cîhanê navdar ên mîna Toni Negri, Noam Chomsky, Andres Buro, Prof. Michael Rubin gotin “destekê bidin ezmûna demokrasiyê” û kampanya piştevaniya Rojava dan destpêkirin. Navdaran gotin “Ezmûna demokratîk a li Rojava, demokrasiya li Sûriyeyê ji nû ve jîndar kir. Pêwistiya Sûriyeyê êdî bi aştî û demokrasiyê, ya Rojava jî bi piştevaniya me heye” û banga alîkariya lezgîn a însanî kirin.

Rêxistina tenduristiyê Medico International û Civaka Azad-Navenda Xebatên Raya Giştî ya Kurdan (Kurdisches Zentrum für Öffentlichkeitsarbeit e.V.) bi armanca destekkirina Rojavayê Kurdistanê, kampanyayeke hevpar dan destpêkirin.
Di kampanya bi banga “Ji bo Rojava banga alîkariya însanî ya lezgîn” de li gel navên navdar ên li cîhanê fîlozof Toni Negri, Prof. Noam Chomsky, Andreas Buro, Prof. Dr. Norman Paech, Luciana Kattman, Prof. Michael Rubin û Alîkara Serokê Parlamenta Federal a Almanyayê Cladia Roth, tevgerên çep û aştiyê yên li Almanyayê, Keskî, SPD, Partiya Çep, komên partiyên cuda yên li Parlamenta Ewropayê destek dan.
Di metna bangwaziyê ya bi sernavê, “Pêwistiya Sûriyeyê niha bi aştî û demokrasiyê heye. Destekê bidin ezmûna demokrasiyê ya li Rojava” de rewşa li Sûriyeyê tê jiyîn weke karesateke însanî hat binavkirin. Hat ragihandin ku raperîna li Sûriyeyê dikeve sala xwe ya çaran, hewl tê dayîn bi tundiyeke hovane û bi xwînê were fetisandin û hat gotin, “Serhildaneke civakî ya li Sûriyeyê ji bo maf û edaletê destpê kir, veguherî raperîneke çekdar û di heman demê de bû şerekî navxweyî yê hêzên navneteweyî û herêmî.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî her tiştî jî li dijî desthilatdariya otorîter qadên dijderketinê vebûne û hat destnîşankirin ku ev qad bi awayekî berçav li bakurê Sûriyeyê li herêmên Kurdan xwe dide nîşandan.

Mînaka demokrasiya yekser e

Di metnê de bal hat kişandin ser pêşketinên di nava du salên dawî de rû dane û ev xal hat destnîşankirin:
“Kurd, herêma xwe weke Rojava bi nav dikin. Ev herêm xwedî dewlemendiyeke bêhempa ya çandî û olî ye. Vekişîna beşeke girîng a hêzên dewletê ji bo 2,5 mîlyon mirovên li Rojava deriyê xweseriyê ku demeke dirêje hêviya wê tê kirin, vekir. Îro ezmûneke demokrasiya civakî ya yekser tê jiyîn û bi vê ve girêdayî lihevnekirinên civakî jî di şûna rêbaza tundî, kontrolkar û cezakar a berê de, hewl tê dayîn bi rêbazeke din werin çareserkirin.

Hilweşîna tabûyekê ye

Di navgînên siyasî de girîngî ji temsîlkariya bilind a jinan re tê nîşandan. Sîstemeke nû ya tenduristiyê û hêzên ewlekariya xweser tên avakirin. Zarok li dibistanan li gel Erebî Kurdî jî perwerdeyê dibînin ku ev yek tê wateya hilweşîna tabûyekê.”

Bihara Kuran di xeteriyê de ye

Di metnê de hat ragihandin ku Rojava ya hembêza xwe ji 1,2 mîlyon penaberên ji herêmên din ên şerê navxweyî yê Sûriyeyê re vekiriye, îro di bin gefeke mezin de ye û hat destnîşankirin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hemû alîkariyên lezgîn hatine asêkirin, ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve bazirganiya sînor a serbest hatiye astengkirin û di nava Sûriyeyê de jî komên ser bi El Qaîdeyê dor li herêmên Kurdan girtine.

Pêwistiya Rojava bi me heye
Hat diyarkirin ku bandora şer herî zêde xwe li Rojava nîşan dide û ev banga alîkariya însanî ya lezgîn hat kirin:
“Bandora şer ji mêj ve xwe gihandiye Rojava. Dermanên girîng nîn in. Nexweşiyên enfeksiyonê xwe ji nû ve dan der. Ensulîn nîne, nexweşên diyabet yan jî gurçikê yan jî nexweşên kanserê nikarin werin dermankirin. Madeyên xurik ên bingehîn -şekir, rûn, birinc, çay hwd.- û sotemeniya li stargehan bê bikaranîn nînin.
Em mafê wekhev û azadiyê yên Sûriyeyiyan û Kurdan diparêzin. Ezmûna demokratîk a li Rojava, ji nû ve can daye jiyana cihêrengiya siyasî, demokratîk, olî, çandî û etnîkî ya li Sûriyeyê. Pêwistiya Sûriyeyê êdî bi aştî û demokrasiyê heye. Pêwistiya Rojava jî bi teqdîr û piştevaniya me heye.
Ji ber vê yekê em banga alîkariyê dikin. Destekê bidin alîkariya însanî ya lezgîn ji bo herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê. Ji bo piştevaniyê dirûşma me: ‘Rojava’ ye.”
Ji bo banga her du saziyan destpêkê 75 entelektuel, zanyar, akademîsyen û parlamenterên li gelemperiya cîhanê tên naskirin, bersiv dan.

Çend ji destekvanan

Prof. Elmar Altvater (Zanîngeha Azad a Berlînê / Almanya), Ercan Ayboga (Berdevkê Navneteweyî yê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê), Christine Buchholz (Endama Partiya Çep li Parlamenta Federal a Almanyayê), Prof. Andreas Buro (Berdevkê Polîtîkayên Aştiyê ya Komîteya Demokrasî û Mafên Bingehîn, Koordînatorê Dialog-Kresi a hewldana ‘Di pevçûna Kurd û Tirkan de dema çareseriya siyasî hatiye’, Grävenwiesbach, Almanya), Dr. Mario Candeiras (Weqfa Rosa Luxemburg - Dîrektorê Eenstîtuya Analîza Civakî, Berlîn Almanya), Murat Çakir (Mudurê Giştî yê Eyaleta Hessen a Weqfa Rosa Luxemburg), Prof. Noam Chomsky (DYA), Dersim Dagdeviren (Serokê Tora Doktor û Akademîsyenên Kurd KURD-AKAD, Almanya), Prof. Dr. med. Hans-Ulrich Deppe (Doktorê Civakî, Frankfurt, Almanya), Iñaki Irazabalbeitia Fernández  (Parlamenterê Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê, welatê Baskê, Spanya), Thomas Gebauer (Mudurê Giştî yê Medico International, Frankfurt, Almanya), Yvonne Gilli (Doktor û Endamê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê ji Partiya Keskan, Swîsre), Prof. David Graeber (Zanistiya Ekonomî û Siyasetê London School (LSE), Îngilîstan), Prof. Andrej Grubacic (Enstîtuya Lêkolînan a California Integral, San Francisco, DYA), Prof. Michael M. Gunter (Zanîngeha Tennessee Tech, DYA), Prof. Michael Hardt (Duke University, North Carolina, DYA), Maja Hess (Doktor û Serokê Rêxistina Medico International a Swîsre), Prof. Dr. Sabine Hess (Enstîtuya Etnolojiya Ewropa û Antropolojiya Çandê, Zanîngeha Gottingen, Almanya), Lucina Kathmann (Alîkara Serokê Giştî yê Navendî-PEN a Navneteweyî, Meksîka), Jurgen Klute (Parlamenterê Parlamenta Ewropayê ya Keskên Çep), Prof. Sandro Mezzadra (Zanîngeha Bologna, Îtalya) Prof. Dr. Ueli Mäder (Sosyolog, Zanîngeha Basel, Swîsre) Toni Negri (Filozof, Parîs, Fransa), Prof. Dr. Norman Paech (Hiqûqnasê Navneteweyî, Hamburg, Almanya), David Romano (Zanîngeha Missouri State, Springfield, DYA) Claudia Roth (Alîkara Serokê Parlamenta Federal a Almanyayê, Berlîn, Almanya), Prof. Michael Rubin (American Enterprise Institute, Washington, D.C., ABD) Prof. Werner Schiffauer (Berdevkê Meclîsa Koçberan RfM, Hîndekarê Europa-Universität Viadrina, Frankfurt/Oder, Almanya), Bart Staes (Parlamenterê Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê, Belçîka) Peter Wahl (Ekonomiya Cîhanê, Rêxistina Pêşvebirin û Ekolojiyê WEED) Uta Zapf (Endama Berê ya Parlamenta Federal a Almanya SPD, Offenbach, Almanya)

Ji bo alîkariyê

Spendenkonto
1800 (IBAN: DE21 5005 0201 0000 0018 00)
Stichwort: Rojava
Frankfurter Sparkasse
BLZ 500 502 01
(BIC: HELADEF1822)
Ji bo agahiyên berfireh
www.medico.de
www.civaka-azad.org


  ANF/FRANKFURT