Şervanê YPG’ê yê ji Manchesterê, Michael Enright, ji warê xwe re peyamek şand, ku pêr bi şev bû armanca êrîşeke terorîstî. 

Aktorê Ingilîz, şervanê YPG´ê Mîchael Enrîght ê ku niha li eniya rojhilat a Reqayê ye, ji ANF’ê re axivî. Enright êrîşa pêr bi şev a li Manchesterê nirxand û destnîşan kir, ku YPG li dijî van rêxistinên nebaş şer dike û ji her kesî xwest, di vî şerî de piştgiriyê bide wan.

Enright got, ew ê biçe Reqayê û li wê derê di şer de li van çeteyan neyê rehmê. Tevahiya peyama Enright wiha ye:

“Îro 23´yê Gulanê ye û dema ez li rojê şiyar bûm, min bihîst ku li bajarê min Manchesterê êrişeke terorîst pêk hatiye. Ez fêr bûme kuştinan û gelek êrişên terorîst, lê belê dema ku bajarê mirovî ye, rewş guhertiye, gelekî hestên mirovî dikelin, mirov dilzîz dibe.

Zarok mezin, xelk ê ku ji xwe re ji amlê derketine, ji bo ku wê êvarê kêfê bikin bi heval û malbata xwe re, tên kuştin. Ji bo çi ji bo, ev necisiyeke xwerû ye. Banga min li xelkê Manchesterê, li xelkê Ingilistanê ye, bela xwe ji wan ve nekin. Em bi we re ne, em hez ji we dikin. Bi me re alîkariyê bikin. Dora me ye. Dema ez biçim Reqayê ez ê li wan neyêm rehmê. Ez hêviya qetek rehmê ji wan nakim û ez ê lîçek rehmê jî nîşanî wan nedim. Ez soza vê didim we, ez ê Manchesterê bi bîr bînim. 

 ANF /REQA