MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG


Herî û lîstika bi heriyê, ji bo gelekan derfet û tecrûbeya yekem a afirandina hunerî ye. Di heman demê de ji bo piçûk û mezinan bi kêra rehetkirina dil û aramiyê jî tê. 

Komeleya bi navê Bunte Kuh e.V (Çêleka rengîn) sala 1985´an hatiye damezrandin û ji hingî ve bûye komeleyeke ku mirov xwebexş lê kar dikin. Di nava armancên wê de perwerde, hestiyariya hawîrdorparêziyê, pêşîgirtina li şidetê, ji bo zarok û ciwanan projeyên parastina çand û zimanê wan, û parastina siheta wan û wekî din projeyên ji bo ciwan û zarokên astengdar jî bi rê ve dibe.


Kerpîç û kerpîç

Komele di nava projeyên xwe de ji herî û kerpîçê sêwirandin û pêkanîna xebatên zarokan û ciwanan jî bi cih kiriye. Zarok bi xwe disêwirînin û çêdikin û li gorî wê kerpîç û herî bi gewde dibin. Zarok tevî dê û bavên xwe, pedagogan, mirovên ji binyadên cihê yên etnîk, mirovên astengdar, bi plan û sêwrandinê xwe rûyê devera lê dimînin diguherînin, bi van berhemên xwe yên ji herî û kerpîçê helbet. Ev proje 2 ta 3 hefteyan dewam dike.

Mesela labîrentan, qubeyan, deriyên ejder li ber wan, ji wan berheman in ku hosteyên zarok û mezin bi hev re çêkirine û xelkê bajêr jî dikare heyranî wan bimîne. Herçî ew sêwirandinên pisporan in, zarok jî beşdarî dibin û ev jî kêfa zarokan gelekî tîne. Mesela, zarok bi xwe bi cîhazên presê kerpîçan dibirrin. Zarok dikarin van berheman bi xwe re bibin mala xwe yan jî dibistana xwe jî.

Di encama vê xebatê de 4 hezar kes weke serdêr çûne avahiya Bunte Kuh e.V.


Armanc ew e zarok bibe xwedî kesayetî

Beriya her tiştî avahîsazî dike ku zarok yekser bibin xwedî tecrûbe, û bi awayî hestî afirînertir bibin. Bi van avahîsaziyên bi kêra sihetê û pevkelijînê tên, rê li ber bipêşketina zarokan a çandî û civakî vedibe.

Di dema projeyê de 60 ton heriya kîl hat stran; ev jî kêfa bi xwe çêkirinê û hilberînê peyde dike ku bi xwe jî dibe tecrûbeyeke serketîbûnê. Li aliyê din ji ber ku bi awayekî komî bêhtir tişt tên biserxistin jî, xebata hevpar jî bi qîmet dike.