Di civînê de projeya rêveberiya demî ya heremî ku PYD’ê demek beriya niha pêşkêş kiribû hat pejirandin. Her wiha biryar hat girtin ku ji bo hewldanên hinek partiyên Kurd ên wekî Partiya Azadî komîteya lêpirsînê bê avakirin.  Civîn li navenda Desteyê ya li Qamişlo pêk hat. Di civînê de li ser navê Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) Ehmed Silêman, Feysel Yusuf, Îsmaîl Hemê, Suud Mele û Beşar Emîn, li ser navê Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) jî Aldar Xelîl, Îlham Ehmed, Sînem Mihemed û Ebdulselam Ehmed amade bûn. Endamê Desteyê û Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, ji ber ku li derveyî welat bû, tevlî civînê nebû.

Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin, endamê Desteyê Ehmed Silêman agahî dan çapemeniyê. Ehmed Silêman destnîşan kir ku di civînê de geşedanên li Suriyeyê û rojavayê Kurdistanê hatine nirxandin û li hemberî hewldanên êrîşên leşkerî yên li ser Suriyeyê helwesta hêzên Kurd hat nîqaşkirin. Silêman anî ziman ku civîna Cenevreyê ku tê plankirin bê pêkanîn jî hatiye gotubêjkirin û li ser tevlîbûna nûnerên îradeya siyasî ya Kurdan hatiye rawestîn. Her wiha pêdiviya helwestek yekbûyî ya hêzên Kurd hat nîqaşkirin.

Komîteyên Lêpirsînê  tên ava kirin
Silêman diyar kir ku sedema pêknehatina civînên Desteyê ya 6 mehan jî di civînê de hatiye nîqaşkirin û got ku yek ji van sedeman nakokiyên Partiya Azadî bûne. Silêman da zanîn ku ev mesele di civînê de hatiye çareserkirin û di vê çarçoveyê de wê li Heleb û Efrînê komîteyên lêkolînê ku ji kesên pispor pêk tên bêne avakirin.
Silêman anî ziman ku di civînê her wiha projeya rêveberiya herêmî ya demî ku ji aliyê PYD’ê ve hatibû pêşkêşkirin jî hatiye nîqaşkirin û pejirandin. Li aliyê din hat ragihandin ku di civînê de li ser hewldanên Partiya Azadî ku tê gotin bi komên çete re tevdigere jî hat rawestîn û di vê çarçoveyê de biryar hat girtin ku ji bo lêkolînkirina pêkanînên Partiya Azadî komîteyek bê avakirin. Komîte wê di encama lêkolîna xwe de raporekê amade bike û pêşkêşî desteyê bike. Desteya Bilind a Kurd jî wê li gorî raporê biryara xwe bide.
Hat gotin ku dê Desteya Bilind ji niha û pê de bi awayekî rêkûpêk civînên xwe çêbike.

QAMIŞLO