Li Navenda Bajarê Şengalê oldarên Êzîdî yê Şengalê li hev civiyan. Piştî civînê daxuyaniyek ji aliyê Fexir Xelef ve hat dayîn. Xelef got: “Piştî fermana 3 Tebaxa 2014’an zordariyek mezin li civaka Êzîdî hat kirin. Îro em wek oldar û qewilbêjên Êzîdiyan li Şengalê li hev kom bûn. Me biryar da ku em Desteya Olî li Şengalê ava bikin. Armanca avakirina desteyê hîn zêdetir xizmet kirina civaka Êzidiye.”
Xelef di dewama axaftina xwe de got; “Paytexta Êzîdiyan çiyayê Şengalê ye. Em dixwazin hemû cihên me yên ku di dema fermanê de hatîn xira kirin, ji nûve ava bikin. Em ê serdana aliyên peywendîdar yên li Bexdayê jî bikin. Ev deste di encama Yekitiya Oldarên civaka Êzîdî de hatiye avakirin. Em hêvî dikin hîn zêdetir di nava civaka me de tifaq pêk bê.”
ROJNEWS / ŞENGAL