Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê serdana bereyên pêş ên Hemleya Xezeba Firatê kir.

Şandeya Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê ji Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo û Fermnadarê Hêzên Erka Xweparastinê Kerîm Efrîn pêk dihat. Fermandarên QSD`ê Dijwar Xebat û Rojda Şiyar pêşwaziya Gulo û Efrîn kirin û bixêrhatina wan kirin. Di dema bixêrhatinê de Fermandara QSDʹê Rojda Şiyar axivî û spasiya Desteya Parstinê kir ku piştgiriyê dide Xezeba Firatê. Paşê Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo axivî û derbarê serdana xwe ya de got, hemeleya Xezeba Firatê didome û hêzên QSDʹê bi piştigirya hêzên Kolîsyona navdewletî ji bo rizgarkirina Reqayê şer dikin û wiha dewam kir, ʺHemû pêngavên Xezeba Firatê ku hatine destpêkirin serketinên mezin bi dest xistine. Ciwanên ji hemû pêkhateyan ên herêmê tevlî hemleyê dibin. Tevlîbûna Meclîsa Dêra Zorê ya hemleyê jî gaveke pîroz e.ʺ

Rêzan Gulo di dawiya axaftina xwe de got, ʺÊdî hemû cîhan dizane ku Reqa wê ji komên çete rizgar bibe. Divê hemû cîhan piştgiriya Xezeba Firatê bike.ʺ Piştî axaftinê Şande li nava şervanan geriya û berxwedana wan silav kir. 


 REQA