Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl daxwaznameyek pêşkêşî ofîsa Parlamena Herêma Kurdistanê ya Silêmaniyê kir û daxwaz kir ku çalakvan û rojnamevanên ku li Behdînan hatine destgîrkirin, werin berdan.

Di 26’ê Çile de welatiyên bajarokê Şêladizê li hemberî dagirkerî û êrişên dewleta Tirk serî hilda û bi ser baregehên dewleta Tirk a dagirker de girt. Piştî wê serhildana gel, hikûmeta herêma Kurdistanê pêleke girtina welatî, rojnamevan û çalakvanên civaka sivîl da destpêkirin. Li herêma Behdînanê zêdetirî 80 kesî hatin destgîrkirin. Gelek ji wan hatin berdan lê hîna jî 18 kes destgîrkirî ne.

Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl doh  li ser mijarê çû serdana Ofîsa Parlamena Herêma Kurdistanê ya li Silêmaniyê. Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl daxwaznameyek pêşkêşî parlamenê kir. rêxistin bi daxwaznameyê de dozê li hikûmetê dikin ku kesên li Behdînanê hatine destgîrkirin werin berdan.

Bibin xwedî helwêst

Piştî serdanê, Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl li gel hejmarek parlamenter daxuyanî da. Li ser navê girseyê Endamê Federasyona Rêxistinên Civaka Sivîl, Nizar Mihemed daxuyanî xwend û eşkere kir ku wan daxwaznameyek pêşkêşî Ofîsa Parlamena Herêma Kurdistanê kiriye û got; “Li gorî destûr û qanûnên Iraqê û Herêma Kurdistanê, azadiya xwepêşandan û azadiya ramanê ta astekê hatiye jibîrkirin. Kar bi qanûna ceza tê kirin. Lê, niha dadwer li gorî qanûnan tev nagerin. Heta niha 18 kes nehatine berdan. Kesên hatine binçavkirin kesên serbixwene û ti hêzên siyasî li pişta wan nînin. Lewma em daxwazê ji parlamenterên Herêma Kurdistanê û rêxistinan dikin da ku bibin xwedî helwêst û sînorekî ji wan binpêkirinan re daynin.”

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ