ADAR ŞAMAN Çanda destavêtinê diyardeyeke dîrokî ye. Zêhniyeta destavêtin û destdirêjiyê zêhniyeta çîna serdest û mêtinger e. Pênc hezar sal in ku çanda destavêtin û destdirêjiyê di şexsê jinê de, li ser civakên bindest, bawerî, çanda civaka demokratîk, azadiya ramanê, xwezayê, berhemên dîrokî û hebûnên pîroz tê meşandin. Têgîna destavêtinê; ji kurahiyên dîrokê heta îro, herçendî dem bi dem bi şeweyên cuda hatibe kirin jî lê zêhniyet û armanca wê neguherî ye. Destavêtin û destdirêjî bi gotineke din, bi darê zorê desteserkirin, êriş, talan, dagirkirin, wêrankirin û revandin e. Îcar her ku destavêtin tê gotin, di serî de ya tê hişê mirov êriş, zor û xespkirin e. Di warê çandî de qirkirin jî şeweyek ji awayê destavêtinê ye. Desthilat xwe li tevahiya şaneyên civakê bi cîh dike. Ji bo vê jî pêşî heqîqetê tarî dike û derewan wek rastî pênase dike. Heqîqet jî di dîroka jinê de ye. Dîroka jinê yek ji wan dîrokên nehatiye nivîsîndin e û ser lê hatiye girtine. Destavêtin û destdirêjiyên mezin li vê çanda jinê hatiye kirin. Dîrok hiş û bîra civakê ye. Ew jî çanda destpêkê ye, çanda dayik-jinê ye. Di vê çandê de dad, ked, hezkirin û wekhevî heye. Desthilata nêr êrişî çanda dayik-jinê dike ango destdirêjiyê dike û dema vê dike jî jinê sûcdar dike. Lewra jî desthilat alîgirê êrişkar û mêrê kujêr e. Ev xisleta ku em behsa wê dikin, li cem desthilata AKP-MHPê bi hêsanî û beloqî tê dîtin. Vê jî bi kuştin, girtin, tecrîd, êşkence, birçîhiştin û bi navgînên xwe yên îdeolojîk dike. Heqaret û destdirêjî, li hebûna civakê tê kirin. AKP-MHP bi hiqûqa darbeyê li dijî Kurdan şerê qirkirinê dimeşîne. Zêhniyeta dewletê li ser talan û werankirina civakê hatiye avakirin. Ev yek bi hiqûqa şerê teybet, weke politikaya dewletê ya esas, tê kirin. Bi darê zorê û bi çekê, şaredariyên gel xesp kirin. Destdirêjî û xespkirina vîna gel ji bo xwe weke karekî rewa û ji rêzê dibînin. Her cureyê êrişê rewa dibînin. Ev ji qirkirinê wêdetir e û ev têgihiştin an jî feraseta destavêtinê ye. Modernîteya Kapîtalîst êdî tiştekî din ku ji civakê bidize nehiştiye! Vê carê jî rêgeza civaka bê bîr, bê hiş, bê çand û bê rûmetkirinê çanda destavêtinê rewa û ferz dike. Civakê ji hev parçe dike û kokqelandinê sor dike. Li ber çavê dinyayê destavêtin û bêrûmetkirinê êdî vekirî û eşkere dike. Mînaka herî nêz; li avahiya polîsên dewleta Tirk a Amedê dest avêtin ciwanekî û bi zanebûn dîmenê wî hatin belavkirin û bi rêya vî dîmenî xwest in peyam bidin civaka Kurd. Desthilatdariya AKP û MHPê pişta xwe dane çete, mafya, Ergenekon û şerê teybet. Ev desthilat her carê keysa xwe tîne û derbekê li destketiyên gelê Kurd, dîrok, civak û saziyên wê dide. Bi van derb û darbeyan dixwazê civaka muxalîf teslîm bigire û jina têkoşer bê hêz bike. Li dijî rûmeta mirovan, destavêtinê weke çekê bikar tînê. Bi van kirinan dixwaze nîşan bide ku di şerê qirkirinê de bi israr in. Niha li Tirkiyê, bi hewleke plankirî li dijî Kurdan nijadperestî tê gurkirin. Her ku têkoşîna jinan bilind dibe û azadî nêz dibe; li dijî jinê çanda destavêtinê êdî li qadên jiyanê hemûyan birêxistin dike. Talankirin, êdî karek ji rêzê tê hesibandin. Ji ber vê jî têgîna destavêtinê her ku diçe kûr û xeternak dibe. Desthilat bi peyama ku dixwaze bide civakê, bi destavêtin û destdirêjiya jinan dide. Jina li ber xwe dide û çalek e, her tim ji bo desthilatdaran û mêrê paşverû di hedefê de ye. Bi vê yekê dibêje, “em ê êrişê bibin ser nirxên we, destketiyên we, pîroziyên we, nasnameya we, baweriya we; lê belê hûn ê deng nekin.” Ji Kurdên bi rûmet û azad re dibêje, tu yê serî bitewîne. Pergala mêhtinger dixwaze bi van kirinan bêje “em ê mafê jiyanê nedin we.” Qadên pîroz bi zanebûn tên hilbijartin û dibin hedefa destavêtinê. Tişta ji bo mirovahiyê ya herî pîroz, xwe û nirxên xwe parastin e. Jin, bi têkoşîn, berxwedan û xweparastinê bersiv dide zêhniyeta destdirêjiyê û pergala qirker.